Li Sêrtê ji bo îtîraza ‘Hilbijêrên xeyalî’ bersiv

  • 09:34 2 Sibat 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê yek ji bajarên ku herî zêde xîle lê tên kirin Sêrt e. Li Sêrtê li gorî tespîtên HDP’ê kirine, li xaniyên vala heta niha 2 hezar û 17 hilbijêrên xeyalî hatine tespîtkirin. Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku îtîrazên li Lijneya Hilbijartina Navendî kirine, bersiva wê hatiye û wiha hatiye gotin ‘Niha dibe vala bin lê peymanên wan yên kirê hene, dem di dem tên rûdinin.”
 
Beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li herêmê gelek hilbijêrên xeyalî derketin û yek ji van bajaran jî Sêrt e. Li Sêrtê derket holê ku di xaniyekî de 727 hilbijêr derketine holê. HDP der barê nelêrêtî û xîleyan xebatên xwe dimeşîne.
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş îtirazên der barê mijarê de kirine û bersivên girtine nirxand.
 
HDP’ê ji bo 40 hilbijêrên xeyalî yên li gundê Konacik a Sêrtê îtîraz kir û di bersiva hat dayîn de jî hat gotin ku beşek karkerên demsalî ji bo demekê tên gund û van xaniyên vala bikar tînin. Her wiha hat gotin ev nelêrêtiyê teşkîl nake.
 
Di tespîteke din a HDP’ê de derket holê di xaniyekî de 446 hilbijêr, di xaniyekî din de jî 672 hilbijêr û di xaniyên din de jî 727, 134 û 112 kes hatine tespîtkirin. Di bersiva Lijneya Hilbijartina Navçeyê daye de hat gotin ku ev xanî avahiyên aydê Midûriyeta Tevgera Taybet, kişlayên komando û cendermeyan e û wargeha xwendekarên mêr in.
 
Di avahiyên înşatê de jî qeyd hatin dîtin
 
Ligel vê di tespîtên hatin kirin de derket holê ku di avahiyên înşatê de jî qeyd hatine kirin.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş balkişand ser nelêrêtiyên li seranserê Sêrtê û bi lêv kir ku beriya hilbijartinan lîstik û xîleyan zû destpêkiriye û got wan ev xîle zû tespît kirine û bi rayagiştî re parve kirine. Meralê wiha got: “Di hilbijartinên borî de jî xîle û nelêrêtiyên mezin hatin kirin û hemû rayagiştî ya Tirkiyeyê vê yekê dizane. Niha em dikarin vê ji ser lîsteyên hilbijêran di bin çend sernavan de ji hev veqetînin. Yek ji van hilbijêrên sexte ne yanî tevî li wê cihê îkamet nake, qeyda wan lê heye. Ev rewşek pir cidî ye. Di avahiyên vala de, di axuran de li herêmên îkamet tune ye gelek hilbijêr hatin tespîtkirin. Ji çawîşên pispor bigirin heta polîs û leşkeran gleek qeyd anîne herêmê.”
 
‘Nelêrêtiyan dispêrin giştînameya YSK’ê’
 
Meralê bi lêv kir ku li gelek deveran qeyda hilbijêran hatine paqijkirin û wiha got: “Me ev jî tespît kirin û îtîraz kirin. Me bang kir ku qeyd ji nû ve bên kirin. Em dibînin ku ev di esasê de bi destê YSK û Midûriyetên Wezareta Karê Hundir hatine kirin. Li Sêrtê jî piranî îtîrazên me hatin redkirin. Hinceta redkirinê jî wisa ye;Li gorî giştînameya YSK’ê di wê dîrokê de ew kes li wir hatine peywirdarkirin, ev hêzên ewlehiyê ne, qeyda van hatine kirin. Piranî hilbijêrên qeyda wan hatine herêmê hêzên ewlehiyê ne. Em ê jî îtîrazên xwe ji nû ve ji bo lijneya hilbijartinên navendê bikin. Em ê nelêrêtî, lîstikan teşîr bikin. Xebatên me didomin.”