Dêrsimê namzedên xwe ji gel re aşkera dike

  • 14:30 31 Çile 2019
  • Ramyarî
DERSIM - Civîna eşkerekirina namzetên hevşaredariya Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê bi kêfxweşek mezin dest pê kir. 
 
Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê bi boneya namzetên hevşaredariyê eşkere bike û bide danasîn li Salona Dawetê ya Dersimê bername li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Alîkarê Giştî yê TÎP’ê Bariş Atay, nûnerên Partîzan, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Trukoglu, parlalmenterên HDP’ê, rêveberên navenda giştî yên HDP’ê û DBP’ê, rêveberên Komeleya Elewiyên Demokratîk û gelek kes ji bo beşdarî civînê bibin serê sibê derbasî Dersimê bûn. 
 
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Petrola Aktuluk Kalan a di têketina Dersimê de bi dirûşm û lîlandinê ji aliyê gelê Dersimê ve hatin pêşwazîkirin. Pişt re bi karwanê wesayîtan derbasî navenda bajêr bûn. 
 
Namzed û gel meşiyan 
 
Beşdarvanên civînê û welatî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Dersimê li hev kom bûn û bi meşekê heta salona civînê meşiyan û di lêgerîna polîsan de derbasî hundir bûn. 
 
Salon bi poster û pankartan hat xemilandin 
 
Li salonê posterên siyasetmedarên girtî, pankartên kurdî û tirkî yên wek “Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin”, “Îtîfaq her ku bi ser bikeve dê yekîtiya hêzê bi ser bikeve” û “Nikarin qeyûm tayînî ser îradeya me bikin” hatin daliqandin. 
 
Ji hevşaredarên girtî name hat 
 
Civînê bi coşek mezin û xwendina nameya Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul ên girtî û Seroka Şaredariya Dersimê ya berê Edîbe Şahîn a girtî ku şandin civînê dest pê kir.