Akademîsyen Arzu Yilmaz: Mutabakata Edeneyê tê nîqaşkirin

  • 09:07 31 Çile 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Akademîsyen Arzu Yilmaz diyar kir ku di vê astê de ne pêkan e mutabakata Edeneyê bikeve jiyanê û ji bo mutabakat pêk bê divê beriya her tiştî Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve. Arzuyê bi lêv kir ku bi vê tercîha Rûsyayê, tê xwestin ku Tirkiye Sûriyeyê wekî hêzek serdest bibîne û Tirkiye ketiye qunçikê. Arzuyê anî ziman ku AKP ya ji ber krîza aborî û hem jî ji ber windakirina bûyeran ketiye tengasiyê, ji ber nikare krîzek din bigire ber çavan, helwestek lihevkirinê nîşan dide û vê li hember demê dilîze.
 
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, daxuyaniyên DYA’yê ya ‘em vedikşin’ û ‘ em herêma biewle ava dikin’, pevçûnên li Îdlîbê tên jiyîn û bi vê re jî Mutabakata Edeneyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye rojevê. Mutabakata Edeneyê ji aliyê Serokwezîrê Rûsyayê Vilademîr Putîn ve hat rojevê û ev peymaneke di sala 1998’an de ji bo ewlehiya sînorê navbera Sûriye-Tirkiyeyê hatiye kirin tê zanîn. Di encama lihevkirina ji 10 xalî pêk tê û li hember Kurdan hat avakirin de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. Mutabakat ji sala şerê Sûriyeyê dest pê kiriye ji 2011’an heta niha ne di meriyetê de ye. Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz li ser mutabakata Edeneyê û geşedanên Sûriyeyê nirxandin kir.
 
Arzuyê bi lêv kir ku mutabakat ji nû ve hatiye rojevê û bi vê re tê dîtin ku Rûsya operasyona leşkerî ya Tirkiye plan dike li Rojhilatê Firatê pêk bîne, erê nake û wiha got: “Bi vê tercîha Rûsyayê re li Tirkiyeyê hatiye ferzkirin ku rejîma Sûriyeyê wekî hêzek serdest nas bike.”
 
‘Ne pêkan e mutabakat bikeve jiyanê’
 
Arzuyê ev tişt anî ziman: “Ne pêkana mutabakat ji nû ve bikeve jiyanê. Hincetên vê dikarin wisa bên rêzkirin. Ya yekem, Şam hem di alî leşkerî, hem di alî îdarî de nikare hewcedariyên mutabakatê pêk bîne. Mînak li yek nokteyek sînorê Tirkiye-Sûriyeyê kontrolek Rejîma Şamê tune ye. Pêkanîna vê jî di pêşerojek nêz de ne pêkan e. Ji bo mutabakat pêk bê divê beriya her tiştî Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve. Ji xwe rejîma Şamê jî vê dixwaze. Her çiqas Tirkiye bêje ‘çavê me ne li axa Sûriyeyê ye’ jî hîna nîşaneyek wan a ji axê vekişe tune ye. Li gorî min AKP beriya hilbijartinên 31’ê Adarê hem di alî aborî hem jî ji ber bûyerên winda kiriye ketiye tengasiyê û ji ber Sûriyeyê ku dibe krîzek biafire, ketiye nav nêzîkatiyeke lihevkirinê. Serokê DYA’yê Donald Trump tehdîd kîr û ev nedît jî ji nedîtîve hat.”
 
‘Rûsyayê Tirkiye kir qunçikê’
 
Arzuyê destnîşan kir ku ji destpêkirina krîza Sûriyeyê heta niha Rûsya aktorê herî girîng ê qadê bûye û ev tişt bi lêv kir: “Rûsyayê her tim di parastina statukoya Sûriyeyê de helwest girt. Hem pêngavên wan ên polîtîk hem jî yên leşkerî li gorî vê armancê bû. Îro rejîma Şamê ji nû ve hêz qezenc kiriye û biryara vekişîne DYA’yê jî, Rûsya di polîtîka Sûriyeyê de bi ser xist. Lê astengiya yekem a li pêş vê Tirkiye ye. Rûsyayê bi vê pêngava xwe Tirkiye kir quncikê.”
 
Arzuyê pozîsyona DYA, Tirkiye û Rûsyayê ya li Sûriyeyê nirxand û got li gorî tabloya li Sûriyeyê dawiya rê tê dîtin û got: “Di vê esasê de ji bo her welatekî ku Bihara Ereban lê xist, mutabakatek navneteweyî ya li alî parastina statukoya Rojhilata Navîn heye. Sedema tevliheviya mejiyan jî, bandora têkoşînên dethilatdariya navxweyî ya DYA’yê ye. DYA wê ji Sûriyeyê vekişe. Ev zelal e. Tirkiye jî di vê çarçoveyê de bi muzakereyên bi DYA’yê re dimeşîne, li dijî Rûsyayê qerta DYA’yê di destê xwe de diparêze. An jî wê nikaribe projeya herêma tampon bike dewrê.”
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de got piştî pêvajoya ku dema ewil mutabakat pêk bê şûnde wê pirsgirêka Kurd bigihêje encamek global û ev rastiyeke ku tu kes nikare înkar bike, Kurd wê li axa Kurdsitanê di nûneriya siyasî de bibin muxatab.