Namzeta Artemîtê Gulcan Kaçmaz bi projeya Jinwarê tê

  • 09:03 31 Çile 2019
  • Ramyarî
WAN - Namzeta hevşaredariya Artemîtê ya Wanê ya HDP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji bo jinan projeyên girîng hedef dike. Gulcanê diyar kir ku ew gundê Jinwarê yê li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin çima li Artemîtê neyê avakirin û got ew gundekî ku jinên rastî şîdetê hatine dikarin bi zarokên xwe re lê bimîne hedef dike.
 
HDP’a Wanê bi tevlîbûna 10 hezar kesî namzetê xwe da nasîn û hevdîtinên gel ê namzetan didome. Bi taybet jî namzetên jin eleqeyek mezin dibînin. Namzetên jin bi projeyên jixwebawer xwe ji bo hilbijartinan amade dikin. Yek ji namzetên ku xwedî projeyên jixwe bawer e namzeta hevşaredariya Artemîtê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît e.
 
Gulcanê li Westan a Wanê yek ji 14 zarokên malbatekê mezin bû. Gulcanê ku dibistana seretayî û lîseyê li Westanê qedand li Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê xwend. Dîsa di heman zanîngehê de lîsansa bilind a di qada erdnîgariyê de qedand. Di 2008’an de tayînî Şaxê bû. Heta 2012’an li wir peywir meşand. Di vê navberê de nûneriya Egîtîm Sen a Westanê kir. Piştre li Lîseya Anadolu û Teknîkî ya Pîşeyî ya Emîn Paşa ya Artemîtê salekê mamostetî û 3 salan jî alîkariya midûr kir.
 
Bi KHK’ê hat îxrackirin 
 
Gulcanê di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’ê ji ber faaliyetên wê yên sendîkayî ji peywirê hat girtin û piştî îtîrazan vegeriya ser karên xwe. Lê piştre bi KHK’a hejmara 686'an hat îxrackirin. Gulcanê di navbera 2014-2017’an de serokatiya Egîtîm Sen a Wanê kir.
 
Gulcanê ku di lîse û dibistana navîn de bi profesyonelî reqsên gelêrî lîst , diyar dike klamên bi heybet ên çanda Kurd her tim bala wê kişandiye û guhdarkirina dengbêjan jî ew kêfxweş kiriye.
Gulcanê diyar kir ku sedema namzetiya wê jî ev bû ku di vê pêvajoyê de xwe berpirs dîtiye û got: “Di sedsala 21’ê de şoreşa jinê derketiye holê û mîsyonek cidî li jinan hatiye barkirin. Min jî bi baweriya xwe ya bi hêza jinê namzetiya xwe danî.”
 
‘Wê paradîgma azadiya jinê bikeve jiyanê’
 
Gulcanê destnîşan kir ku di rewşa wê hilbijartinê de wê projeyên nîvco yên şaredariya DBP’ê temam bike û wiha pê de çû: “Qeyûman dest danî ser projeyên şaredariyan. Wek projeyên xwe nîşan dan. Armanca me ev e ku em şaredariyan bigirin û projeyên xwe yên nîvco temam bikin. Em saziyên xwe vebikin. Lê hedefa min a esas ev e ku bi reng û nasnameya jinê şaredariyek bê avakirin. Ez dixwazim projeya Jinwarê ya li Rojava bi pêşengiya jinan ket jiyanê, li Artemîtê jî bikim jiyanê. Çima li Artemîtê gundekî jinan tune be. Em ê derbarê zarokan de perwerdeya bi zimanê dayikê bikin jiyanê. Li Wanê şîdeta li hember jinan pir zêde bûye. Ez dixwazim gundekî ku jin bi zarokên xwe re lê rehet dikin ava bikim. Ev stargehên li gund jî wê dîsa ji aliyê jinan ve bên avakirin. Em ê xaniyên xwe bi xwe ava bikin. Em ê qadên ku zarokên me bi rehetî dikarin lê perwerdeyê bigirin ava bikin.”