‘Wê nikaribin pêşî li têkoşîna jinê bigirin’

  • 09:03 29 Çile 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Hevberdevka Delegeyên KCD’ê Zelal Bîlgîn bi lêv kir ku bi qeyûman sazî û destkeftiyên jinan hatine xepskirin û wiha got: “Di şertên herî zehmet de nikaribûn pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Alternatîf hene, tune bin em ê biafirînin. Em dikarin bi her awayî vê berxwedanê mezin bikin.”
 
Hevberdevka Delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn polîtîka û xebatên derbarê jinan ên qeyûman de rexne kir û derbarê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Me riya îstîhdamê vedikir’
 
Zelalê diyar kir ku wê berê bi saziyên jinan re xebat meşandiye û got saziyan tenê piştgirî nedidan jinên rastî şîdetê tên, ligel vê di gelek qadan de xebat meşandine û got: “Di qada îstîhdam, çand û perwerdeyê de xebat dihatin meşandin. Di mijara aboriyê de xebat dihatim meşandin. Me riya îstîhdamê vedikir. Xwedî li jinan derdiket. Me jin tevlî jiyanê dikirin. Yek ji sedema girtina saziyan ev bû ku pêşî li vê bê girtin. Em niha bawer in ku jin xurt bûne û di civakê de bûne xwedî statu. Zarokên mezin dikin jî wê bi hişmendiya zayenda civakî mezin bibin.”
 
‘Destkeftiyên jinan hedef hatin girtin’
 
Zelalê destnîşan kir ku yek ji sedemên girtina saziyan ev bû ku pêşî li xurtbûn, statu û hişmendiya jinê bigirin û bi van jî destkeftiyên jinan hedef hatine girtin. Zelalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi pêşengiyên saziyên jinan stargeh hatin vekirin. Jinên ewlehiya canê wan tune bû li van deran hatin bicihkirin. Piştgiriya hiqûqî dan wan. Piştî girtina saziyan, me agahî derbarê jinan de negirt. Qeyûm wek alava xespkirinê hatin bikaranîn. Destkeftiyên saziyên jinan hatin xespkirin.”