Ji sûrê bang kirin: Sûr ya me ye

  • 16:09 28 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Namzedên HDP'ê yên Sûr û Yenîşehirê bi gel re hatin gel hev.  Li Sûrê meş hat lidarxistin û dirûşmên "Sûr ya me ye hatin berzkirin" hatin berzkirin, Li navçeya Yenîşehirê jî gel namzedên xwe yên hevşaredariyê bi coş pêşwazî kirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bê navber xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê bê navber berdewam dike.  Li navçeya Sûrê ya Amedê namzedên hevşaredariyê yên Şaredariy Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Selçûk Mizrakli  û namezedên hevşaredariyê yên Şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr bi gel re hatin cem hev. 
 
Li kolanên Sûrê dirûşm hatin berzkirin
 
Di danasîna namzedan de parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel  û Musa Farîsogullari jî tevli bûn. Namzedan kincên neteweyî li xwe kirin. Di meşa ku bi lîlandin û çepikan hat kirin de dirûşma "Sûr ya me ye", "Bijî berxwedana Leyla Guven" û "Amed ya me ye" hatin berzkirin. Namzedên di destê wan de qurnefîl hebûn li gel belav kirin. 
 
Namezedên ku li Kolana Gazî û li Kolana Melîkahmet geriyna, piştre hatin ber avahiya navçeya Sûrê ya Amedê û daxuyanî dan. Di serî de namzeda Hevşaredartiyê ya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen axivî û wiha got: "Em di ferqa berpirsiyariya xwe de ne, em ê layiqî gelê xwe û têkoşînê ber bi serkeftinê ve bimeşin."
 
'Kesên îradeya me xesp kirin em ê wan bişînin Enqerê'
 
Namzedê Hevşaredartiyê ya Sûrê Cema Ozdemîr jî wiha got: "Em ji bo gelê xwe derketin vê rêyê û ji bo gelê xwe me ev berpirsiyarî git.  Îtîfaka AKP - MHP'ê qeyûm tayînî îradeya gelê me kirin. Em ê di 31'ê Adarê de qeyûmê tayînî îradeya gelê me hatin kirin bişînin Enqereyê."
 
'Vî gelî li ber tu zaliman serî netewandiye'
 
Namzedê hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî wiha got: "Sûr kesên ku ew wêran kirin ên zordest naxwaze û kesên ku xwestin bîra wê jê bibin ji bîr nake. Em ê li Sûrê di 31'ê Adarê de  bersîveke wiha bidin ku em ê bibêjin em li nasname û nirxên xwe xwedî derdikevin. Em ê ji zaliman re bibêjin ji vir bicehemin herin."
 
Daxuyanî bi tilîlî çepik û bi dirûşma "Sûr ya me ye" bi dawî bû.
 
Yenîşehîr
 
Li navçeya Yenîşehirê ya Amedê jî li gel navmzedên Hevşaredartiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen, namzedên Hevşaredartiya navçeya Yenîşerê  Belgîn Dîken û û Îbrahîm Çîçek bi gel re hevdîtin kirin.  
 
Di meşa ku hat kirin de dirûşmên, " Amed ya Me ye", "Yenîşehîr ya me ye" hatin berzkirin û flamayên HDP'ê hatin hilgirtin.
 
Namzedê hevşaredariyê yê Yenîşehirê Îbrahîm Çîçek aviî û wiha got: "Em ê ji bo gelê xwe û ji bo Amedê 2 mehan bê navber bixebitin. Kesên ku îradeya gelê me xesp kirin em ê bi gelê xwe re ji şaredariyan derxînin."
 
 
Piştre Namzeda Hevşaredariyê ya Başarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Axivî û wiha got: "Hemû hilbijartinên ku em tevli wan bûne di bin tundiyê de hatine kirin û ev hilbijartin jî wê bi heman rengî bê kirin. Li dijî vê tundiyê em ê li qadan bin. Wê nikaribin li Şaredariya Mezin a Amedê bibin Serok."
 
Piştî axaftinan bername bi dirûşim û çepikan bi dawî bû.