Paletiya fisteqan li Mêrdînê dest pê kir

  • 09:02 30 Cotmeh 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê dema komkirina fisteqan dest pê kir û jinan berê xwe dan zeviyan. Ji komkirinê heta firotina fisteqan jin kedek mezin didin. 
 
Xaka Mêrdînê warê çandiniyê ye ku gelek cure şînatî û darên weke zeytun, simaq, fisteq, gûz û weke din lê şîn dibin. Mêrdîna ku debara xwe bi cotkarî û bazirganiya wan re dike ber bi demsala payîzê re dest bi paletiya dehl, rez û baxçeyên xwe yên fisteqan dikin. Jinên ku herî zêde demê xwe bi kedkariya zeviyan re derbaz dikin bi kedek mezin wan dinirxînin û difiroşin.
 
‘Em ji siya wê û berhemên wê sudê dibînin’
 
Seyro Abikana ku ligel temenê wê digihije 75 salî ji ew hîna bi karê çinîna fistiqan re mijûl dibe. Seyro dibêje ez debara xwe bi vî rengî dikim wiha axivî: “Me van darên fisteqan û rezên xwe beriya bi salan çandine. Niha ji em ji siya van û ji berheman van faydeyê digirin. Fistiqên me bittimin ku ev cureyek yê fisteqane û her sal bi bereket nîne. Lê îsal sala wê ye û em jî ji bo çinînê hatine. Ji xwe em bi hatina demsala payîzê re paletiya me dest pê dike. Bi taybet jî em weke jin karê giran dikeve li ser milê me. Em fisteqên xwe diçinin, kom dikin. Her wiha em derveyî vê ji bo zivistanê gelek amadekariyen din jî dikin. Bi taybet dema çêkirina bastîqan e jî."
 
‘Fisteq çar sal carek baş tê’
 
Etkîn Abîkan jî wiha behsa çêkirina fisteqan: “Dema fisteqan xwe kom kir û anî vê carê em hemuyan dişon, xwê dikîn û bertav dikin. Em pişre ji dixin torbeyan, mehek yan ji du mehan wisa dihêlin û pişre jî difiroşîn. Mêrdîn çiqas axek dewlemend ji bi di aliyê çandiniyê de, fisteq hinek zehmet lê çêdibin. Ger çêdibin ji hindik ber digirin. Ango çar salê carek baş tê û îsal ji sala wê ya başe. Li gorî wê ji fisteqên me kom kirine hindikin.”
 
Etkîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser keda ku didin û wiha gotina xwe bi dawî anî: “Karekî ku gelek ked dixwaze ye. Darên wê mezinin û li gor wê ji em tehliyê dibin. Fistiqên me çêkirine em difiroşin yan jî ji bo zivistanê depo dikin. Em bi vî rengî ji debara xwe dikin."