'Berhemên kedê, zehmetiyên çêkirina îsotan dide jibîrkirin'

  • 09:01 14 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Fikret Ebdilkerîm a ji herêma Efrînê ye di derbarê amadekirina zivistanê de anî ziman ku her tişt bi keda destên jinê xweş dibe û wiha got: "Beriya ku zivistan were, mîna civaka xwezayî jin li hev kom dibin û bi hev re pêdiviyên zivistanê amade dikin."
 
Her sal beriya ku zivistan dest pê bike jinên Efrînê li hev kom dibin û bi hev re bi rihekî komînal pêdiviyên xwe yên zivistanê amade dikin. Yek ji wan pêdiviyan çêkirina îsotan e, ji ber ku îsot di hemû xwarinan de peyda dibe ji bo wê jî her sal bi kîloyan jin îsotan dikirin û çêdikin. Têkildarî mijarê jina bi navê Fikret Ebdilkerîm a ji gundê Celemê  ya navçeyê Cindirêsê ya herêma Efrînê di derbarê amadekirina îsotan de ji ajansa me re axivî.
 
'Bi keda destên jinê her cih dewlemend dibe'
 
Fikretê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hebûna keda destên jinê ya ji bo amadekiriya zivistanê û wiha got: "Her tişt bi keda destên jinê xweş tê dîtin ji bo wê jî ji bo amadekiriya zivistanê pêwîstî bi keda destên jinê heye. Em weke  jinên Efrînê her sal beriya zivistanê deriyên xwe ji hev re vedikin, mîna civaka kevnar em li hev kom dibin, erzaqên xwe yên zivistanê amade dikin û jiyana komînal bi bîr tînin. Jin li kîjan cihî be ew cih dewlemend dibe."
 
'Berhemên kedê, zehmetiyan  didin jibîrkirin'
 
Fikretê di berdewamiya axaftina xwe de wiha çêkirina îsotan şîrove kir: "Min 30 kîlo îsot ji firoşgehê kirî, piştî ku îsot tên paqijkirin tên qelişandin û tovik ji wan tên derxistin. Paşê nêzî rojekê li ber tavê dimîne heta ku dema wê ya hêrandinê tê. Her wiha piştî ku av ji îsotan zuha dibe ew îsot li makîneyê dikeve. Îsot hem ji bo salçe tê çêkirin hem jî ji bo biharatan tê çêkirin.Tevî ku çêkirina îsotan bi zehmet e û destên me dişewitin, lê berhemên kedê, zehmetiyên çêkirina îsotan dide jibîrkirin."
 
'Jiyana bi ked min kêfxweş dike'
 
Fikretê herî dawî diyar kir ku jinên Efrînê dev ji kevneşopiyên xwe bernedane û wiha bi dawî kir: "Tovik û damarên ku ji îsotan tên qelişandin  ew jî heta çend rojan heta ku hişk dibe li ber tavê dimîne û tên  hêrandin. Li  şûna kirîna îsotan a ji sukan çêkirina li malê xweştir û erzantir e. Her wiha her çiqas jina Efrînî ji warê xwe dûr bikeve jî, lê dev ji ked û kevneşopiyên xwe bernade, jiyana bi ked min  kêfxweş dike."