'Hevalên me serbest berdin'

  • 17:13 13 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
AMED-Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê bertek nîşanî girtinan da û got:"Bila demildest hevalên me yên têkoşîna azadiya civakê didin bên berdan."
 
Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê têkildarî girtina jinan a serdema dawî de li 1'emîn Şaxa Egitim Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinê Gulîstan Tekin daxuyanî xwend û got di serdema pandemiyê de avêtina ji kar, tundî û êrîşên li dijî jinê zêde bûne. 
 
'Hevalên me serbest berdin'
 
Gulistanê girtina Arîn Zumrut a di rêveberiya Odeya Muhendisên Makineyê de cih digire û Endama TUMBEL-SEN'ê Ayten Tekeş bi bîr xist û wiha got:"Hinek hevalên me bi zarokan xwe di girtîgehan de ne Arîn Zumrut jî ji zaroka xwe ya  5 salî hat qutkirin. Endama Meclîsa Jinê ya KESK'ê Ayten Tekeş jî berê bi nexweşiya pençeşêrê ketibû û rîska nexweşiya wê zêde ye. Li hevala me Rojbîn Çetîn îşkenceya dijmirovî hat kirin. Em dibêjin bila ev neheqiya bi dawî bibe û hevalên me serbest berdin. "
 
'Em ê têbikoşin'
 
Gulistanê da zanîn ku tê xwestin Peymana Stenbolê ji holê bê rakirin û wiha dewam kir:"Em ê dev ji têkoşîna li hundur li derve li hemû qadan bernedin. Em dibêjin bila hevalên me yên ku têkoşîna civakê didin serbest bên berdan. Em ji têkoşîna xwe ya bi biryar neqerin. Em ê têbikoşin."