‘Daneyên aborî ne li gorî tiştên ku em dijîne’

  • 09:07 13 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku daneyên betaliyê yên TUÎK’ê û daxuyaniyên hikûmetê yên der barê aboriyê de rastiyê nîşan nadin û got: “Li gorî daneyan divê em rehet bûna. Lê tabloyek wisa tune. Dane û tiştên ku em dijîn bi hev nagirin. Yanî ji pêşerojê hêviya me tune.”
 
Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) betalî kêm bûye. Li gorî TUÎK’ê hejmara betaliyê ya meha sibata 2020’an li gorî sala borî 502 hezar kêm bûye û bûye 4 mîlyon û 228 hezar. Rêjeya betaliyê di asta ji sedî 13.6 e. Betaliya nifûsa ciwan jî ji sedî 24.4 e. TUÎK’ê rêjeya meha adarê jî wek ji sedî 13.2 aşkera kir. Piştî van daxuyaniyan pisğoran diyar kirin ku ev rastiyê nîşan nadin.
 
Kedkara malê Cennet Boz ya li malê li nexweş dinêre: Ez mûçeyê astengdariyê digirim û têrî hewcedariyan nake. Biha zêde bûne. Hikûmet nikare krîzê bi rêve bibe. Adîlane tevnagerin. Ji bo kesê 3 kat xaniyê wan heye komirê dide. Lê ji bo welatiyên ku krîzê ji kurahî dijîn alîkarî nayê kirin.
 
Kedkara malê Azîme Çetîn: Kes li malê naxebite. Beriya pandemiyê kar zêde bû. Piştre kar tunebû. Hikûmetê krîz bi rêve nebir. Sala borî baş bû. îsal em bi 200 TL nikarin tiştekî bigirin.
 
Fatma Aydan ya li nexweşxanê dixebite: Hevjînê min ji kar hat derxistin. Hêza me ya girtinê nema. Em nikarin dolaba xwe tije bikin. Ez nikarim fêkî bigirim. Yanî ji bo me krîz her tim hebû.
 
Fadîme Çetînkaya ya tezgaha wê ya sebze heye: Xizan zêdetir xizan bûn. Wisa biçe wê hîn bêtir xera bibe. Xizan tê bazarê lê nikare bigire. Ez niha krediya xanî didim. Ez neçarim bixebitim. Heta ku adîlane tevnegerin wê tu tişt neguhere. Dewlemendan berê xwe dan marketan, xizan jî tenê dinêrin.
 
Berna Sila: Kar sekinî, piştgirî jî heta cihekî têr kir. Niha kar vebûn lê esnafan jî biha zêde kirin. Ez nikarim bixebitim û lêçûna min zêde ye.
 
Havva Gulderen: Ez wek jinekê zehmetiyan dikşînim. Hevjînê min nexweş e. Hêviya me tune. Rewşa ciwanan nebaşe. 4 kurê min hene. Hemû pisgirêka aborî dijîn. Em nizanin wê çi bibe. Em ji pêşeroja wan bi fikarin. Daneyên tên aşkerakirin jî rastiyê nîşan nadin.
 
Mujgan Alî ya garsoniyê dike: Di pêvajoya pandemiyê de ji ber kargerî hat girtin me mûçe negirt. Min bi krediyê hewcedariyên xwe girt. Ji pêşerojê hêviya min tune. Kurê min li malê betale. Lêçûna me kirê, av û ceyranê me dide zorê. Yanî daneyên tên aşkerakirin jî  teqez ne rastin.
 
Jina ku nexwest navê xwe bide: Li gorî salên borî rewşa me xerabe. Em tenê dikarin hewcedariyên sereke bigirin. Em neçarin xurek bigirin. Wekê din jî em nikarin tiştekî bigirin. Ez ji ber zarokên xwe bi fikarim.