Li Qersê çêkirina penîrê çeçîl dest pê kir

  • 09:07 12 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
QERS - Li Qersa ku bi penîrên xwe yên li cîhanê tê nasîn, dest bi çêkirina penîrê çeçîl yê herêmî hat kirin. Penîrê ku ku bi kedeke mezin a jinan tê çêkirin kîloya wê bi 15 TL tê firotin.
 
Qers yek ji herêmên bi zozanên xwe yên bilind û sewalkariyê tê zanîn, penîrên gelek navdar yên bi destê jinan tên çêkirin hene. Li herêmê penîrê navdar yê kaşar û gravyer tê çêkirin û ligel vê gelek cureyê penîr tên çêkirin. Jinên li bajaroka Bazarcix a Dîgor a Qersê dijîn, dest bi çêkirina penîrê navdar yê çeçîl kirin.
 
Jinên sibehê zû radibin û dest bi kar dikin, piştî çêlekan didoşin şûnde şîrê xwe parzûn dikin. Şîr eyvan dikin û saetekê didin sekinandin. Şîrên eyvan dibe, li ser tenûr an jî sobeyan tê kelandin. Piştre ava wê tê parzûnkirin, heta ku têl têlî dibe tê hevîrkirin.
 
Perîhan Vargun yek jineke di şertên zehmet de penîr çêdike ye. Perîhanê da zanîn ku piştî hemû kar û par penîr ji bo taştê amade ye û wiha got: “Penîr çeçîl gelek tê hezkirin. Gelek jin bi vî karî debara xwe dike. Kîlo bi 15 TL tê firotin. Keda me ne li malê ne jî li derve tê dîtin. Tevî em her karî dikin jî mêr dibêjin ‘hûn sibehê heta êvarê li malê ne’. Yanî ked tê tunekirin. Hemû karî em dikin. Lê beramberê vê em pereyekî kêm qezenc dikin.”