15 sale bi paqijkirina gûzan debara xwe dike

  • 09:17 10 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE- Selîme Çoban a ji ber zor û zehmetiyên aborî 15 sal berê ji Bedlîsê koçî Edenê kir, debara xwe bi paqijkirina gûzan dike.
 
Bi hezaran kes li herêmê ji ber zor û zehmetiyên aborî û polîtîkayan koçî metropolan kirin. Jinên ku li ser axa xwe, bi çandina bax û baxçeyan debara xwe dikirin, li bajarên mezin ji bo debarê di karên cuda de neçar man bixebitin.
 
Jina bi navê Selîme Çoban bi salan e ji Bedlîsê koçî Edenê kiriye. Selîma, gûzên tên kirîn, paqij dike û bi vî karî debara xwe dike. Beşeke mezin a malbata wê di salên 90’î de koçî Edenê kiriye. Selîmeyê diyar kir ku 15 sal berê ji ber rewşa aborî hatine û got: “Min qet ji jiyana bajar hez nekir. Em kêfxweş nînin. Axa me bi bereket bû. Xwezî em li wir bûna. Em hatin vir bûn koleyên mirovan. Em gelek xemgîn dibin.”
 
‘Li şûna gûzên Bedlîsê em îthal dikin’
 
Selîmeyê destnîşan kir ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê bidawîbûna polîtîkayên şer wê bi dawî bin û wiha got: “Ancax wê demê em ê bikaribin vegerin ser axa xwe. Selîmeyê wiha berdewam kir: “Ev kar êdî bûye karê min. Ev 15 sale em bi malbatî vî karî dikin. Ji ber hilberîn têr nake ji Ewropa tên îthalkirin. Gûzên Bedlîsê gelek navdar in. Tevî vê em ji welatên din gûzan digirin. Ji Dîlokê em bi komî digirin. Her sibeh em saet di 08.00’an de dest pê dikin. Heta derengiya şevê em dixebitin. Karekî zehmet e.”
 
‘Gûzên me erzantir tên firotin’
 
Selîmeyê daxuyakirin ku gûzan paqij dikin, piştre difroşin pastaxane û dukanan û got: “Qezencek me ya baş tunebe jî ji rojaneya ser erdan baştir e. Niha ez gûza Ukraynayê paqij dikim. Pir caran yên Amerîkayê tên. Ev gûz zêdetir tên tercîhkirin. Li gorî kalîteyê diguhere. Em gûzên ji Amerîkayê tên kîlo bi 40 TL difroşin. Lê gûzên me yên herêmî erzantir tên firotin.”
 
Selîmeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek hemû jinan beramberê keda xwe nagirin û wiha dawî lê anî: “Li her qada jiyanê jin di plana duyem de ne. Lê divê ev êdî wisa neçe. Divê em jin xwedî li keda xwe derkevin û serî netewînin.”