'Divê em parastina çanda kevnar bikin'

  • 09:07 1 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê Semîra Osman a ku ji tayê rîs balîf, lihêf û doşekan çêdike bi lêv kir ku ew ji bo çanda xwe bide dewamkirin kedê dide û wiha got:"Em dibînin her ku teknolojî pêş dikeve tiştên kevnar ên berê tên jibîrkirin. Ji bo ku em çanda xwe ya kevnar ji bîr nekin divê em parastina wê bikin. "
 
Çanda kurdan gelek dewlemend e û yê ku hiştiye ev çand heta vê rojê were jin e. Jina kurd heta roja îro çanda xwe parastiye û ji bo nifşê nû hiştiye. Jina bi navê Semîra Osman a 48 salî ye û xwediyê 4 zarokan e, ji Efrînê ye û niha li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijî. Semîra ev bûye bîst sal ji tayê rîs balîf, lihêf û doşekan çêdike. Semîra di derbarê keda destên xwe de axivî. 
 
'Ev bû bîst sal ji tayê rîs balîf, lihêf û doşekan çêdikim'
 
Semîra di destpêka axaftina xwe de behsa hunera xwe kir û wiha domand: "Ez xwediyê çar zarokan im û hevjînê min jî beriya 9 salan jiyana xwe ji dest da. Ev bû bîst sal ji tayê rîs balîf, lihêf û doşekan çêdikim. Her wiha ez bi vî karî debara malbata xwe dikim. Ez diçim navenda bajêr ji kargehê tayê rîs dikirim, tînim dikana xwe. Ez û keçên xwe ji hev  bi keda destên xwe yek bi yek vedikin û paqij dikin. Paşê kargehên ku balifan difroşin tên li gel me dikirin. Ji van hiriyan balîf, lihêf û doşek tên çêkirin."
 
'Ji bo ku ez çanda xwe bidim jiyîn vî karî dikim'
 
Semîra di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ger mirov bixwaze tiştekî bike tu tişt pêşiya xwesteka wan nabe asteng û wiha domand: "Piranî cîranên min ên taxê tên li gel min û ji min daxwaz dikin ku ez ji tayê rîs ji wan re balîf, lihêf û doşekan çêbikim. Hinek jin jî hene tên bi kîloyan ji min tayê rîs dikirin û diçin ji xwe re tiştên dixwazin çêdikin. Ger mirovek bixwaze tiştekî bike tu tişt li pêşiya xwesteka wan nabe asteng. Xwesteka min ji bo vî karî gelek e, ji ber wê ez zêdetir xebat dikim. Di dema niha de her tişt amade tê ber destên mirovan, lê ji bo ku ez çanda xwe bidim jiyîn ez vî karî dikim.  Ez vî karî ji dayika xwe hîn bûm niha jî ez keça xwe hîn dikim." 
 
'Divê em parastina çanda xwe bikin'
 
Semîre herî dawî  da zanîn ku divê ew parastina çanda xwe bikin û her tiştî bi keda destên xwe biafrînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi keda destên xwe her tiştî biafirînin, ji ber tiştên bi ked bi tam e. Her wiha em dibînin her ku teknolojî pêş dikeve tiştên kevnar ên berê tên jibîrkirin, ji bo ku em çanda xwe ya kevnar ji bîr nekin divê em parastina wê bikin. Divê em çanda xwe ya dewlemend bidin jiyîn û ji nifşên nû re bihêlin."