Esnafên dikan vekirine bi fikar in

  • 09:10 4 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Esnafên sê meh bûn ji ber vîrusê dikan girtibûn, bi normalbûnê re dikan vekirin lê hîna jî bi fikar in. Esnafan diyar kirin ku divê tedbîr berdewam bikin û gotin: “Di vê pêvajoyê de hikûmetê yek da du girt.”
 
Di 1’ê Hezîranê de di çarçoveya pêngavên ‘normalbûnê de’ dukan hatin vekirin. Lê hîna jî xetereya vîrusê derbas nebûye û esnaf jî bi fikarin.
 
‘Ji bo normalbûnê hîna zû bû’
 
Evîn Ebru ya 8 sale dikana wê ya tuhafiyê heye got sê sal berê karê wan gelek baş bû û piştre ji ber krîza aborî û pêvajoya pandemiyê pirsgirêkên mezin jiyane û got: “Niha her tişt ne zelal e. Li vî welatî em nizanin ku wê sibehê çi bibe. Em di pandemiyê de li malên xwe man. Krîza aborî bandor li ser her kesî kir. Dewletê di vê pêvajoyê de tu tiştek neda me. Ji destpêka pêvajoyê de divê fonek ji bo gel bihata dayîn. Me nikaribû kirêyên xwe bidin. Em ketin pêvajoya normalbûnê, lê ev ne rast e. Xetere hîna didome. Em bi fikar in.”
 
‘Tedbîrên me çiqas têr dikin?’
 
Gulcan Şînur jî daxuyakirin ku hefteyek beriya vîrusê dikana kuaforê vekiriye û got: “Hefteyek şûnde ji ber qedexeyan min girt. Min ji bo xwe û zarokê xwe ev der vekir. Lê bi pandemiyê re min girt. Min gelek zehmetî kişand. Tedbîr têr nakin. Ketin pêvajoya normalbûnê, gelo tedbîrên me wê çiqas têr bikin.”
 
‘Hikûmetê yek da du girt’
 
Nafiye Aslan ya di salona kuaforê de dixebite jî destnîşan kir ku ew bi fikar in û wiha dawî lê anî: “Vîrus hîna didome. Li Wanê bûyer zêde dibin. Tedbîr nayên girtin. Em dikanê vedikin lê vala rûdinin. Kes nayê. Mirov cesareta wan tune ye. Pêvajo dereng dest pê kir û zû qediya. Divê hikûmet di vê pêvajoyê de alîkarî bida. Lê hikûmetê yek da du girt.”