'Ji bo esnafên biçûk divê polîtîkayên taybet hebin'

  • 09:02 3 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
 
 
Medya Uren
 
AMED - Piştî sistkirina tedbîrên li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê niha jî rewşa asayîbûnê hat destpêkirin. Esnafên biçûk di pêvajoya tedbîran de bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Xwediyê dirûnxaneyê Menfiye di vê pêvajoyê de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê û got: "Ligel qeyrana aborî divê hikûmet polîtîkayên taybet biafirînê bi taybetî jî ji bo esnafên biçûk." 
 
Tedbîrên ku li hemberî belavbûna şewba vîrûsa koronoyê (Covid-19) li tevahiya cîhanê hatin girtin yek bi yek hatin sistkirin. Vîrûs bandora xwe li tevahiya jiyanê kir. Bi taybetî jî di hêla aboriyê de. Di vê pêvajoyê de çend hikûmet pakêtin aboriyê amadekirin jî tera hewcedariyên civakê nekirin. Di pêvajoya vîrûsê de bi taybetî esnaf bi bandorbûn. Ji ber danûstandin kêm bûn û gelek kargeh di çarçoveya tedbîran de hatin girtin. Bi taybetî jî esnafên biçûk. 
 
Niha li gel xetereya belavbûna vîrûsa koronayê pêvajoya asayîbûnê ket meriyetê. Yek bi yek dikan û kargeh hatin vekirin. Lê esnafên ku di vê pêvajoya tedbîran de mexdûr bûn ji ajansa me re behsa pêvajoya tedbîran kir. Menfiye Înan li Rêzana Amedê dirûnxaneya wê heye û 15 sal in bi keç û kurê xwe re li vir kar dike. Her wiha Ayhan Qaş jî bi dirûtina cilan debara mala xwe dike. 
 
'Qeyrana aborî û vîrûs...'
 
Keça û kurê Manifeyê li firoşgehê bi hev re dixebitin. Manîfe bi zarokên xwe de 15 sal in karê cil dirûnê dike. Manîfe jî wekî bi hezaran esnafên din ji destpêka vîrûsê heta îro bi pirsgirêka aboriyê re rûbirû ma. Menfiye, pêvajoya vîrûsê wiha anî ziman: "Ji ber ku ez demek dirêjê vî karî dikim hatin çûyana dikanê gelek zêde ye. Berê qet dema me tunebû. Ji xwe pêşiya vîrûsê qeyrana aboriyê hebû û piştî vîrûsê re ev qeyran bêtir kûr bû. Niha gelek amûrên ku em bikartînin bûha bûne û ev tişt bandorê li me dike. Niha ji ber qeyrana aborî û pêvajoya vîrûsê hejmara muşteriyên me kêm bûn."
 
'Divê em deynê xwe bidin'
 
Manîfe di axaftina xwe de bal kişand ser bandora vîrûsê û got: "Her roja ku bi vîrûsê re derbas dibe rewşa me bêtir awarte dibe. Ger wisa bidome jî dê rewşa esnafan bêtir xirab bibe. Bifikirin di meha borî de me qet kar nekir û ji ber vê jî me kiraya dikan û xaniyê xwe neda. Hevsera min ji bi belavbûna vîrûsê re ji kar hat avêtin. Em nikarin debara xwe ya rojanê jî bikin. Ji ber rewşa heyî dibe ku ez kargeha xwe bigirim û karek din bikim. Dibe ku em biçin karê demsaliyê jî bikin û ji ber ku deynê me heye divê em bixebitin."
 
‘Divê hikûmet polîtîkayên çareseriyê biafirîn e’
 
Ayhan Qaş jî li taxa Qantara girêdayî navçeya Rezanê ye karê dirûna cilan dike û di xebatkarên wê hebûn. Ayhan bal kişand li ser qeyrana aborî a bi şewba vîrûsê re mezinbûye û wiha got: "Şewba vîrûsê em xistin di nav qeyranên mezin de. Kirîn û firotin tune ye, ji ber wê jî ez û xebatkar niha mexdûr in. Ez niha nikarim kireya dikana xwe bidim. Divê hikûmet ji bo çareseriyê polîtîkayên biafirîne."