12 sal in tevî pirsgirêka avê jî xwedî li rezê xwe derdikeve

  • 09:01 3 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina bi navê Emîna Cilî ya ji Gundê Mindesayê ya ku bi salan e li baxçeyê xwe yê tirî kedeke mezin dide diyar kir ku xebat mirov zindî dike û wiha got:"Ev 12 sal in ez li baxçeyê xwe yê tirî dixebitim û di heman demê de tirî li cîranên xwe jî belav dikim. Ev yek min hem kêfxweş hem jî bi hêztir dike."
 
Jin bi geşkirina çandiniyê û dayîna kedê wateyê dide jiyanê û israra berdewamkirin û lêvegera li çanda resen bi xwe re xurt dike. Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikin. Bi taybet jin û dayik vê çandê diparêzin û ji nifşên nû re mayînde dikin. Jinên gundê Mindesa roj bi roj çandiniyê pêş dixin. Emîna Cilî ku bi temenê xwe 37 salî ye, ev 12 sal in li baxçeyê xwe yê tirî hilberînê dike û li cîranên xwe jî belav dike.
 
'Hemû pêwîstiyên gund tên bicihkirin, tenê pirsgirêka avê heye'
 
Emînayê bi lêv kir ku ji ber avê ew bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin û wiha got:"Şêniyên Gundê Mindesayê herî zêde debara xew bi çandiniya ceh û genim dikin. Ev ji 10 salî zêdetir e ku pirsgirêka avê li vî gundî heye. Berê me ava xwe ji çemê 17'ê Nîsanê dianî, lê ev ji 10 salî zêdetir e çem miçiqîye. Loma her malbatekê bîrek kolaye. Ji ber kirêca ava bîrê nexweşî jî çêdibin. Niha ji aliyê komînan ve hemû pêwîstiyên gund tên bicihkirin, tenê pirsgirêka avê heye."
 
'12 sal in ez kedê didim'
 
Emîneyê derbarê çandiniyê de wiha got: "Em herî zêde girîngiyê didin çandiniyê. Em çandiniyê beşek ji jiyana xwe dibînin. Ev 12 sal in min ez bi rezê tirî re mijûl im.  Sal bi sal hilbirîna wê ji ber avê kêm dibe. Ji ber av şêlû û qirêj e. Tevî hemû zehmetiyan bi salan e ku ez dixebitim û kêfa min ji xebatê re gelekî tê."
 
'Ne tenê baxçeyê min e yê tevahî gund e'
 
Emîneyê wiha dawî li gotina xwe anî: "Pelên tirî em him difroşin û him jî li cîranên xwe belav dikin û bi malbatên ku pêwîstiyên wan pê heye bi wan re dibin alîkar û bê pere didin wan.Di rojên xweş û reş de em ji hev re dibin hêz. Ne tenê baxçeyê  min e ew yê cîran û tevahî gund e. Em xwedî li hev derdikevin."