Karsaz Zeynep Eser: Astengiya herî mezin a li pêş jinan aboriye

  • 09:04 2 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Berdevka Komîsyona Hewldêriya Meclîsa Jinan a DTSO, Zeynep Eser diyar kir ku di perwerdehiya hewldêriyê ya ku dane de, jin ji mêran zêdetir eleqe nîşan daye û got: "Ji bo jinan her tişt du kat zehmet e lê tevî hemû zehmetiyan jin li ser piyan disekinin. Bila jin tu car netirsin. Bila bixwe bawer bin, hêza xwe bizanibin. Ger vê bizanibin wê azadiya aboriya xwe jî bigirin destê xwe.”
 
Li herêmê û Tirkiyeyê ji bo jinan îstîhdam pêk nayê û roj bi roj jî pêşiya wê tê girtin. Jin ji aliyê serdestiya mêr ve tên astengkirin û Meclîsa Jinan a Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bi semîner, teşwîqan piştgiriyeke mezin didin jinan. Berdevka Komîsyona Hewldêriya Meclîsa Jinan a DTSO’yê Zeynep Eser diyar kir ku perwerdehiyên didin, fêdeya wê gelek ji bo jinan çêdibe û bixwe bawer dibin.
 
‘Eleqeya jinan zêdetir e’ 
 
Zeynebê bi lêv kir ku perwerdehiya didin eleqeyek mezin dibîne û piranî jî ji jinan pêk tên û got: “Hejmara jinan me gelek kêfxweş dike. Xurtbûna jinan û tevlîbûna jiyana kar me kêfxweş dike. Bidestxistina azadiya aborî ji bo me gelek girîng e. Jin dibin xwedî hişmendiya  ku aboriya xwe qezenc bikin. Herî zêde jî ev me kêfxweş dike.”
 
‘Em hewl didin teşwîqê ji bo jinan pêk bînin’ 
 
Zeynebê der barê perwerdehiya hewldêriyê de jî ev tişt got: “Di semînerên ku em pêk tînin de wek KOSGEB, ÎŞKUR û SSK’ê heta ji destê me tê me em teşwîqê ji bo jinan pêk tînin. Li ku derê jinek hebe em dixwazin xwe bigihîninê. Berê gelek zehmetbû em xwe bigihînin jinan. Lê niha em zehmetiyê nakşînin. Ji ber jin êdî xwedî hişmend in. Ew tên piştgiriyê dixwazin. Jinên me dixwazin di alî aborî de li ser piyan bisekinin. Em ê jî ji destê me çi bê wê bikin.”
 
‘Astengiya herî mezin a li pêş jinan aboriye’
 
Zeynebê destnîşan kir ku li odeyên bazirganiyê Meclîsa Jinan a a DTSO xebateke ewil e û got tevî nû dest bi xebatan kirine jî gelek jin tevlî semînerên wan dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Astengiya herî mezin a li pêş jinan aboriye. Pirsgirêk herî mezin aboriye. Ya din jî di qada bazirganiyê de zehmetiyên tên kişandinê ne. Ji bo ev astengî bên rakirin em teşwîq û semîneran pêk tînin. Piştî jin van piştgiriyan digirin bixwe bawer dikin û astengiyan nas nakin.”
 
‘Bila jin tu car netirsin’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bandora krîza aborî ya li ser jinan û wiha dawî lê anî: “Belê pirsgirêkên mezin hene. Belê ji bo jinan her tişt du kat zehmet e lê tevî hemû zehmetiyan jin li ser piyan disekinin. Bila jin tu car netirsin. Bila bixwe bawer bin, hêza xwe bizanibin. Ger vê bizanibin wê azadiya aboriya xwe jî bigirin destê xwe.”