‘Tu salan bi qasî van salan sewalkarî bêqîmet nebû’

  • 09:08 31 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
ERZEROM - Bi bihabûna ka û giya re li Herêma Serhedê malbatên ku bi  sewalkariyê debara xwe dikin di nav şert û mercên herî zehmet de ne.  Welatiyên ku nikarin giya û kayê bikirin dewarên xwe difiroşin û pê êm dikirin. Li gundê Kifirê tenê li malekê ji bo kirîna êm malbatê 16 dewarên xwe firotine. Jina bi navê Tevrat Taşçi a ku bi sewalkariyê debara xwe dike bertek nîşanî bihakirina êm da û got ku tu salan bi qasî van salan sewalkarî evqas bêqîmet nebibû.  
 
Aloziya aborî ku berdewam dike bandora xwe ya neyînî li ser tevaqhiya qadên civakê dike.  Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer li Herêma Serhedê çandînî û sewalkarî  li ber xilasbûnê ye. Li  Herêmêkesên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin ji ber bihabûna êm bi taybetî jî zivistanê nikarin êdî dewarên xwe xwedî bikin. Li gundê Kifirê yê girêdayî navçeya Qereyaziyê jina bi navê Tevrat Taşçi ya ku bi sewalkariyê debara xwe dike anî ziman ku wan tu salan bi qasî îsal zehmetî nekişandin û got ku ji ber bihabûna êm  ew dewarên xwe difiroşin pê êm ji bo yên mayî dikirin. 
 
‘Me îsal 16 dewarên xwe ji bo standina êm firotin’
 
Tevratê bi lêv kir ku wê hemû temenê xwe bi xwedîkirina dewaran derbas kiriye û got ku tu caran sewalkarî bi qasî van salan têk neçûye û  wiha pê de çû;” Em bi xwedîkirina dewaran debara xwe dikin. Lê tu salan bi qasî van salên dawî me di warê xwedîkrinê de zehmetî nekişand. Li malê tu kes nine ku bixebite. Ez her serê sibehê radibim û heta êvaran bi dewaran ve mijulim. Xwedîkirina dewaran kedê dixwaze. Salên berê dewarên me zêdetir bûn. Lê her sal 10 çêlrkên mr kêm dibin. Ji ber ku aloziya aborî heye. Êm bihaye û bi taybetî jî ka gelek biha ye. Em ji bo ku dewaran xwedî bikin divê êm hebe û bi taybetî jî ka û giya. Ew ji pereyê me têra stendinê nake. Ji nêçarî me îsal 16 dewarên xwe firotine ku ka û giya ango êm bistînin. Hê jî em pê re nagihîn. Kaya me xelas bûye em nizanin em ê bi çi dewarên xwe xwedî bikin.”
 
‘Sewalkarî kuştin’
 
Tevratê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi qasî keda xwe hilndain û da zanîn ku berhemên hildiberînin jî erzan ji wan tên standin lê biha tên firotin û wiha dom kir:” Em di şert û mercên herî zor û zehmet de dixebitîn. Roja me bi xwedîkirina dewaran derbas dibe. Ew keda ku em didin em heqê wê hilnadîn. Mînak em rûn  difiroşîn bazirgan ji me erzan dikirin, lê biha difiroşin. Keda me ji nedîtî ve tê. Em bi qasî keda xwe hilnadîn. Ji ber ku av bi pere ye, nan bi pere ye, ceyran jî bi pere ye. Her wiha hemû pêdivî bi pere tên pêşqazîkirin. Em hesretin ku em cotek gore bikirîn.  Wekî berê qîmeta sewalkariyê nema ye. Sewalkarî kuştin.”
 
‘Niha çikqas dewar û pezê te hebe tu ewqas xîzanî’
 
Tevratê da zanîn ku ji ber nêzîkatiya rayedaran li sewalkariyê êdî sewalkarî gelek bê qîmet bûye û da zanîn ku ger wiha berdewam bike wê herkes ji gundan koçî bajaran bike û ev tişt anî ziman:” Berê li vê heremê malên herî dewlemend ên xwedî pez û dewar bûn.  Pez û dewar bereket bûn. Lê ew bereket ji malên me derxistin û niha tiştek wisa nine.Niha  çiqas dewar û pezê te zêde be tu ewqas xîzanî. Aloziya aborî bandora neyînî dike. Aloziya aborî derbeya giran li sewalkariyê da. Pêwîste şert û mercên kesên sewalkariyê dikin bên başkirin. Ji bo domkirina sewalkariyê hewce ye ku bihayê êm  bê erzankirin. Gel ji bo ku pez xwedî dike li gundan e,wiha berdewam bike, wê herkes ji gundên xwe koçî bajaran bike.”