Esnaf hat asta ku dikanên xwe bigirin

  • 09:05 28 Çile 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Esnafên Bazara Gel a Mezin a dîrokî ji ber krîzê hatin asta ku dikanên xwe bigirin. Esnafan diyar kirin ku ev roj heye tu tiştî nafroşin. 
 
Bazara Gel a Mezin ya dîrokî ya li navçeya Îpekyol a Wanê ji ber krîza aborî rojên zehmet dijîn. Esnaf, li bazara ku sîwane û dîwarên wê sacên, bi soba ceyranê pisgirêka sermayê çareser dikin. Esnafan diyar kirin ku divê bazar bê restorekirin.
 
Guneş Keskîn ya li bazara gel dixebite diyar kir ku sibehê saet di 08.30’an de tê ser kar û got: “Vir gelek sar e. Em çiqas soba ceyranê vekin jî bandora wê tune. Sîwane gelek xerabin û dilop dikin. Yên tên jî ji serma nikarin bisekinin. Kar tune. Carna em sibehê heta êvarê rûdinin û tiştek nayê firotin.”
 
‘Du meh e nikarim mûçeyê xwe bigirim’
 
Guneşê destnîşan kir ku her tim bi soba ceyranê xwe germ dikin û ji ber vê jî fature gelek zêde tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber fature pir tê em carna dikanan digirin. Ez li vir dixebitim û du meh in min mûçe negirtiye. Kirêya vir jî nehatiye dayîn. Yên ji Îranê tên hene. Lê nayê vir. Diçin navendên mezin ên danûstandinê. Mûçeyê min 800 TL ye lê nikarim bigirim."
 
‘Welatî diçin AVM’yan’
 
Esnafa bi navê Nejla Çelçuk jî got rojane bi 10 TL neçare debara xwe bike û wiha pê de çû: “Ez bi tena serê xwe zarokên xwe dinêrim. Min 6 meh berê dikan vekir. Ji ber sermayê kes nayê vir. Roj heye em 10 TL jî qezenc nakin. Welatî diçin AVM’yan. Em dixwazin ku ev sûk bê restorekirin.”
 
‘3 sal in esnaftiyê dikim' 
 
Kader Çavaş ya ku zanîngeh qedandiye jî ji ber kar nedîtiye dest bi esnafiyê kiriye û da zanîn ku ji ber sermayê her tim li ber sobeyê rûdine û got: “Sê sal in ez esnafiyê dikim. Krîza aborî û sermayê karê me sekinandiye. Hewcedariya bazarê bi restorekirinê heye. Ger bê restorekirin wê zêdetir balê bikşîne. Ev jî karê şaredariyê ye û divê şaredarî bike.”
 
Ebrar Yilmaz jî ya di betlanan de li bazarê dixebite û dawiya hefteyê jî li lokanteyê dixebite û ev tişt anî ziman: “Ez xwendekar im. Di betlanan de dixebitim. Burs digirim jî didim malbatê. Ez alîkariyê didim malbatê. Li vî welatî rewşa xwendekaran gelek zehmet e. Em nikarin pereyê riya xwe peyda bikin.”
 
‘Li krîzê, serma jî zêde bû’
 
Eylem Nîllî jî got ji bo kirêya dikanê hezar û 500 dide û fatura ceyranê jî hezar û 500 tê û got: “Qezenca me ya rojane 60 TL ye. Roj heye tu tiştek nayê firotin. Ji ber sermayê em kat bi kat cilan li xwe dikin. Tevî vê em dicemidin. Li krîzê serma zêde bûye. Ji ber vê jiyan zehmetir bûye.”