Jinên Efrînê: Agir bi kezeba dagirkeran bikeve

  • 09:21 11 Çile 2019
  • Jiyan
Sozda oremar
 
ŞEHBA - Gelên Efrînê yên ku li Wargeha Vegerê ya Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew hêviya xwe tu carî winda nakin, bi vê hêviyê li berxwe didin û gotin:"Her tevger û gavek me me nêzî Efrînê dikin. Em ê Efrîna bi xwîna şehîdan hatiye evdan rizgar bikin. Hêvî jîyan e em ji bo vê hêviyê dijîn.
 
Di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê de bi hezaran Efrînî li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Gelê Efrînê bi hev re Wargeha Vegerê li Şehbayê ava kirin. Jinên ku li Wargeha Vegerê bi cih bûne wiha gotin:"Hêzên dagirker û faşîst tenê li ser xwîna mirovan hebûna xwe ava dikin. Hatin Efrîn dagir kirin û hezaran mirov kuştin û mexdûr kirin. Li dijî vê yekê cîhan bêdeng ma. Lê em di wê baweriyê de ne ku dê rojekê dagirker têk biçin."
 
'Em bi hesreta vegera Efrîna xwe radibin û rûdinin'
 
Xedîca îbrahîm a ji Gundê Beradê ya Navçeya Şêrewa yr û niha li Wargeha Vegerê bi cih bûye wiha got:"Em ji ber zilm, û zordariya Erdogan ji gundê xwe derketin. Êşên Erdogan bi me daye jiyandin em hêvî dikin ku ew du qatê wê bijî. Em bi hesreta vegera Efrîna xwe radibin û rûdinin. Em di wê baweriyê de ne ku dê rojekê ev hesret biqede û em ê vegerin Efrîna xwe."
 
'Agir bi kezeba dagirkeran bikeve'
 
Zeyneb Ebdulrehman a 85 salî ku ji navçeya Mabata a Kantona Efrînê ye wiha got:"Em bi zorê ji gundê xwe derketin, artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ketin malê me û talan kirin, zarok, pîr, jin qetil kirin. Niha em tevahî cureyên êş û zehmetiyan dikşînin. Li dijî zehmetiyên zivistanê û derfetên kêm em li berxwe didin. Min gelekî bêriya gundê xwe kiriye. Sebra min bê axa min nayê. Erdogan kezeba me şewitand agir bi kezaba wî jî bikeve. Agir bi kezeba dagirkeran bi kezeaba Erdogan bikeve. Em ê her bibêjin çawa zarokên me ber çavên me şehîd bûn, zarokên Erdogan jî li ber çavê wê bimirin. Çawa em bê mal û war man ew xerabtir bibe. Em ê vegerin gundê xwe em ê Efrîna xwe rizgar bikin."
 
'Em ê axa xwe ji dagirkeran nehêlin'
 
Jina bi navê Nerîman Sîdo diyar kir ku ew tevî hemû derfetên kêm li berxwe didin û wiha got:"Em ê axa xwe ji dagirkeran nehêlin. Ji bo em axa ji dagirkeran rizgar bikin em her di nava hewldanê de ne. Em di nava êş û zehmetiyên jiyanê de têkoşîna  xwe didomînin. Em serî natewînin û rê nadin dijmin."
 
'Em ê îradeya xwe radestî dagirkeran nekin'
 
Her wiha jina bi navê Fehime Îzo jî wiha got:"Her waha jinên bi navê Nerîman Sîdo û Fehime Izo axivin û wiha gotin:" Em jin ax û îradeya xwe radestî tu dagirkeran nakin. Em li Efrînê kêfxweş bûn, Erdoganê dijminê mirovahîyê êrîşî me kir zarokên me qetil kir. Gelek komkuji pêk anin. Loma em hatine Şehbayê. Niha li Wargeha Vegerê em têkoşîna xwe didomînin."