Li gund hemû bar li ser milê jinan e

  • 09:09 29 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Li gundan jinên ku ji xizmeta malê bigire heta dotina pez, heta lênerîna zarokan her karî dikin wiha gotin: “Ewil dixwazin jinên ku kedek mezin didin, li gorî mêr tev bigerin. Zîhniyeta serdest a mêr wek kevneşopiyan dertê pêşberî me.”
 
Jinên li gundê Sagmali ya Jorîn ya navçeya Ebex a Wanê dijîn diyar kirin ku ew dixwazin mafên xwe yên aktîvîteyên civakî bi kar bînin û wek mêran di şertên wekhev de bijîn. Safiye Dag a li gund dijî diyar kir ku hemû karên rojane yên gund li ser milê jina ne.
 
‘Keda me nayê dîtin’
 
Safiyeyê destnîşan kir ku roja wan bi westandinê derbas dibe û ev tişt got: "Hemû bar li ser milê jina ye.Tevî evqas westandin û hewldanê keda me nayê dîtin. Em nan dipijirînin, li zarokan dinêrin, em banan paqij dikin, pez didoşin, çêlekan didoşin, sobeyê pê dixin, malê paqij dikin. Hemû karan em dikin. Lê tevî van mêr heta êvarê radizên."
 
’90 pezê me heye ez tenê lê dinêrim’
 
Denîz Dagdemîr jî destnîşan kir ku ew sibehê zû radibe zarokan dişîne dibistanê û diçe nav pez û wiha got: “90 pezê me heye. Ez tenê lê dinêrim. Ez didoşim. Şîr dipijirînim. Dikim mast, penîr. Paqijiya malê dikim. Xwarinê çê dikim. Sobeyê pê dixim. Hemû roja min wisa derbas dibe. Hevjînê min jî keda min qet nabîne. Lê ez ne ji bo wî ji bo zarokên xwe dikim. Tevî ku keda me nayê dîtin, em ji aliyê mêran ve rastî zextan jî tên. Mêrê ku pir zextan li hevjînên xwe dikin hene. Jin bêyî hevjîn nikarin biçin dikana li gund jî. Zîhniyeta serdest a mêr wek kevneşopiyan dertên pêş me.”
 
Jina bi navê Selvî Elma jî daxuyakirin ku gelek jin li gund di temenê zarokatiyê de hatine zewicandin û wiha got: “Jin li malên qerebalix dijîn. Ji ber vê barê wan jî giran in. Em jin ji vê re dibêjin zîhniyeta mêr, mêr jî dibêjin kevneşopî ne. Mînak hîna birayê hevjînê min ku em li heman malê dijîn, hîna rûyê min nedîtiye. Gelek tiştên ku wek ‘şerm’ tê dîtin hene.”