Zindana Dilşaha Êzidî 300 sale li ser piyan e

  • 09:08 17 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Li Ebex a Wanê zindana ku di sedsala 18’emîn de ji aliyê Kok Axa yê Êzidî ve hatiye çêkirin û ji aliyê keça wî Dilşah ve hatiye birêvebirin ev 301 sale li ser piya ne.
 
Li navçeya Ebex a Wanê Keleha ku tê diyarkirin di sedsala 18’emîn de ji aliyê Kok Axa yê Êzidî ve hatiye çêkirin ji aliyê Ermeniyan ve wek ‘Qubîka’ tê binavkirin. Zindana ku lênêrîna wê nehatiye kirin û di kelehê de cih digire niha bi xetera tunebûnê re rû bi rû ye, gelek caran rastî êrîşê hatiye. Keleha li qûntarên çiyayê Arikelle cih digire tê de zindan jî heye û bi giştî ji 12 beşan pêk tê. Dirêjiya zîndanê 15 metre ye û firehiya wê jî 8 metre ye. Tê gotin zîndan ji aliyê keça Kok Axa, Dîlşahê ve hatiye birêvebirin.
 
Yên zirar didan jin û zarokan dihatin cezakirin
 
Kesên li gundê Sagmali ya Jor dijîn, diyar dikin ku kesên berjewendiya gel nediparastin di vir de dihatin cezarkirin. 
 
Gundiyan her wiha bi lêv kirin ku kesên zirar dane zarok û jinan, dizî kirine li vir hatine cezakirin.