‘Di demên herî xerab de min têkoşîn da’

  • 09:13 16 Kanûn 2018
  • Jiyan
DÊRSÎM - Gulcan Bîter ya ji ber gundê wan hat valakirin di 13 saliya xwe de koçberî nas kir, li metropolan tevî temenê biçûk di tekstîlê de xebitî û ji aliyê mêrê pê re zewicî ve rastî şîdetê hat. Gulcanê diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan wê dest ji berxwedanê bernedaye.
 
Gulcan Bîter ku li gundê girêdayê Pilûr a Dêrsîmê dijiya di 1994’an de bi zor ji gund hatin derxistin û wek jinekê barê koçberiyê ji biçûkatiyê de li ser milê xwe hil dide. Gulcan ku niha 37 saliye her tim li dijî pêkanînên dijmirovî û şîdetê li berxwe daye.
 
‘Fermandar hat û got vir terk bikin’
 
Gulcanê diyar kir ku dema koç kirine 13 salî bûye û wiha pê de çû: “Dayika min ji me re axûrekî nû ji bo sewalan çêkiribû. Lê rojekê fermandarê qerekolê hat û got van deran terk bikin. Piştre me koç kir. Piştre xaniyê me hat şewitandin. Em neçar man dibistanê terk bikin. Em li dibistana razayî man. Me şîdet dît. Me li Stenbolê dest ji dibistanê berda. Em li tekstîlê xebitîn. Tevî barê giran bi salan me ked da karê giran. Ez di 23 salî de zewicîm. Heta zarokên min çêbûn ez xebitîm.”
 
'Min serî li dijî şîdetê neteand’
 
Gulcanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di zewaca xwe de tiştên herî giran yên jinek dijî jiyaye û wiha pê de çû: “Ez rastî şîdeta hevjîn hatim. Min hem şîdeta fîzîkî hem jî ya psîkolojîk jiya. Min tu car serî netewand.Tevî her tiştî min ji bo zarokên xwe berxwe da.”
 
Gulcan ya salek berê vegeriya Pilûrê li vir di koperatîfê de dixebite û li wir zarokên xwe dişîne dibistanê. Gulcan wiha dibêje: “Min berxwe da. Ez xurtim û niha gelek kêfxweş û aram im.”