Rêwîtiya 30 salan a li gel Mekîneya dirûtinê

  • 09:05 8 Kanûn 2018
  • Jiyan
Hîlal Rizgar
 
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) dayika bi navê Feyziye Çetîn a ku li gundê Nêrweh ê girêdayî Qileban hat dinê, di sala 1994'an de koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û niha jî li Wargeha Mexmûrê jiyana xwe berdewam dike,  li gel xwe mekîneya xwe ya  cil dûrunê jî gerandiye. Dayika Feyziye ji me re bahsa serpêhatiye xwe û makîneya dirûnê kir. 
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) dayika bi navê Feyziye Çetîn a ku li gundê Nêrweh ê girêdayî Qileban hat dinê, di sala 1994'an de koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û niha jî li Wargeha Mexmûrê jiyana xwe bi dirûtina cil û bergan berdewam dike, li gel xwe mekîneya xwe ya cil dûrunê jî gerandiye. Dayîka Feyziye wiha qala serpêhatiya xwe û heskirina xwe ya ji makîneya xwe ya dirûnê ku ev 30 sla e li gel xwe gerandiye dike. 
 
Dayika Feyziye di serî bal kişand ser zahmetiyên di jiyana komçberiyê de û wiha got: " Dema em li gund bûn, me di aliyê jiyanê de gelek zorî û zehmetî didîtin lê belê  tu caran me dest ji doza xwe berneda.  Ji aliyê dijmin ve hertim zext û zorî li ser me û gundiyên din dihat kirin. Di despêka sala 1994'an de em ji gundê xwe koçber bûn. Ji bo ku em nebin cerdevan em hatin koçberkirin. Ji ber ku  her şev dewleta  tirk bi ser malên me de digirt gundên me talan dikirin. Her cara ku em di dema koçberiyê de dest bi rêwîtiyê dikir vê rewşê  bi xwe re gelek nexweşî û zehmetî jî danîn û em gelek caran bê av, nan, xwarin û hwd. diman.  Ji bo ku zarokên me perîşan nebin û em wan biparêzi me hertim xwe ji wan re dikir mertal. Pişti 7 waran em herî dawî li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bûn û em koçberên 8 waran e. " 
 
'Ez û mekîneya xwe penaberên 8 warane'
 
Feyziye di berdewamiya axaftina xwe de qala kar û xebatên xwe yên li ser mekîneya dirûtina cil û bergan jî  kir û wiha pêde çû: " Karê min yê dirûtina cil û bergan, ji zarokatiya min tê. Min di zarokatiya xwe de jî ji dirûtina cil û bergên kurdî dikir. Ev mekîneya ku niha ez pê vî karî dikim ji salên 1989'an de heye.  Despêkê bavê min ji bo dayîka min ev mekine anîbû,  ji ber ku mereqa min  pir  jêre hebû, ez her pê mijûl bûm. Ji bo fêrbûna bikaranîna mekîneyê dayîka min hertim ji min re digot ji bo tû debara malê û derdorê bikî, pêwîste tû di warê dirûtina cil û bergan de xwe pêş bixî. Ji ber ku wê ev dûrûtina cilan li herderê ji bo te pêwist bike. Ev  30 sal e ku ez jî bi vê mekîneyê cil û bergan didirûm. Dema em ji gund koçber bûn, min ji hemû tiştên xwe yên malê bêhtir mereqa mekîneya xwe ya dirûnê dikir ku ez ê  wê çawa bikarim li gel xwe bibim. Ji ber vê mekîneya min rêhevala min a penaberiyê ye."
 
'Mekîneya min, min û zarokên min xwedî dike' 
 
Feyziye diyar kir ku ew dema hatine wargehê jî cil û bergên zarokên ku dibistan dixwînin dirûtine û ev tişt got: "Di serî de me cil û bergên dibistanan dirûtin. Ji bo cejn û dawetan cilên kurdî me bi xwe didirûtin. Ez gelek modelên cilên herêmên cûda cûda ji dikarim bidirûm yên wekî Herêma Goyan, Soran, Boteyî, Behdînan, Gever, Colemêrg û yên gelek herêmên din ên Kurdistanê jî dikarim bidirûm. Ez seat di 14: 30 têm ser karê xwe heya 11: 00'ên şevê karê xwe berdewam dikim û li gel wê jî karê mal ji dikîm.   Carna min di got ez mekineya xwe bi firoşim lê tûcari zarokên min ev qebû nekirin.  Di gotin ya ku me xwedîkirî ev mekîne ye. Ji ber wê heta ku ji destê me were em ê bi parêzin. Mekîneya min, min û zarokên min xwedî dike. Gelê me yê wargehê ji gelek serlêdanan dike, çi cilên kurdî be, çi ji ji bo pêwîstiyên malê be hertim tên li gel min didin çêkirin."
 
'Kurd bi cil û bergên xwe xweşik û tên naskirin in'
 
Feyziye di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî xwediyên dûrûnxane û dayikên kurd kir ku xwedî li çanda xwe derkevin û ev tişt got: " Ez weke dayikek a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî banga min ji bo tevayî dayîk, bav û keç û xortên  ciwan  heye ku tu carî dev ji çanda xwe ya kevnar û dûrûtina cilên Kurdewar bernedin û bila hertim çanda  xwe li hemû deverên Kurdistanê berdewam bikin. Kurd bi cil û bergên xwe xweşik û tên naskirin in ji bo vê jî pêwîst e em hertim xwedî li vê çandê derkevin."