Qeyûm sereb negirt, rêya gund di nava heriyê de ma

  • 13:15 5 Kanûn 2018
  • Jiyan
WAN - Ji ber ku qeyûmê şaredariya Payizavayê sereba li gund çêkir ser wê negirt gundê Hingişdanîs di nav heriyê de ma. Qeyûmê ku di demsala biharê de sereb çêkirin li gel ku şeş meh di ser re derbas bûn ne  girt û rê di nava heriyê de man. Welatiyan diyar kir ku ji ber heriyê ew nikarin wesayitên xwe bi kar bînin û biçin navçeyê. 
 
Li gundê Hîngîşdanîs ku sewalkarî lê têkirin welatî diyar dikin ku ew ji ber heriya rê nikarin sewalên xwe bibin çêrê û sewalên wan nexweş dikevin. Zarokên ji bo biçin dibistanê di rêya bi herî re derbas dibin jî bi gelek zahmetiyan re rûbirû dimînin û xeteriya ku zarok nexweş bikevin jî heye.