Koçerên Feraşînê vedigerin: Em naxwazin vegerin

  • 09:16 13 Cotmeh 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Ji koçerên ku ji ber hewaya sar êdî ji zozanan vedigerin mêrdan Sînem Tok got ev du sale ji bilî zextan tiştek nedîtine û wiha got: “Ji ketinê heta derketinê bi hinceta ‘qedexe ye’ naxwazin em biçin zozanan. Lê zozan ên me ne em ji wan re nahêlin.”
 
Koçerên di meha havînê de derketin zozanên Feraşînê, bi cemidandina hewayê re dest bi vegera deştan kirin. Bi hezaran koçerên herêmê ku çûn Feraşîn û derdora wê, niha bi sewalên xwe re daketin mêrgên nêzî gundê xwe. Sînem Tok a ji zozanan hat li Hexez a Şirnexê kon veda, diyar kir ku di pêvajoya ku li zozanan bûye rastî zextên leşkeran hatine.
 
‘Min ji niha de bêriya zozanan kir’
 
Sînem a ku bi 5 zarokê xwe re di kon de dijî pêvajoya 3 mehan a li zozanan vegot: “Dawiya biharê em alav û sewalên xwe digirin û diçin. Ji xwe rêwitiya me ya çûyîna zozanan mehekê didome. Piştî em digihêjin wir em konên xwe vedidin, ji sewalên xwe re cih çê dikin. Hewaya wir têrî her tiştî dike. Bi roj hênik û bi şev jî sar bû. Xwarinên xwe me çê dikir. Ava me jî ya çavkaniyan bû.”
 
‘Her roj dengê bombeyan dihat’
 
Sînemê destnîşan kir ku sal bi sal çûyina zozanan dijwar bûye û ev tişt bi lêv kir: “5 sal berê em bi rihetî diçûn zozanan. Pirsgirêk dernediket. Lê ev 3-4 sal e pirsgirêk derdikeve. Leşker niha pêşî li me digirin û dibêjin qedexe ne. Dema em çûn me bi zor cih dît. Bi roj Heron bi ser me de diçûn. Leşkeran her roj operasyon pêk dianî. Her roj dengê bombeyan dihat. Me bi zor qedand û em hatin. Bi vî awayî dixwazin em wan deran vala bikin. Em niha ji bo zivistanê jî cih kirê dikin. Biharê em ê ji nû ve bikevin riya zozanan. Qedexe nikarin me bidin sekinandin.”