Şopa keda mezin a jinan

  • 09:12 11 Cotmeh 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Li Botanê çanda honandina ‘doxînan’ a bi destên jinan ku hîna berdewam dikin, diyar dikin ku van doxînan di her qada jiyanê de dikarin bi kar bînin.
 
Li Botana ku kevneşopiyên Kurdistanî heta îro hatiye, şopa keda mezin a jinan lê heye. Jinên li quntarên Gabar, Cudî û Bestayê dîrokê diparêzin, piranî alavên rojane yên bikar tînin bi destên xwe çê dikin. Jin bi taybet ‘doxînên’ ku bi destan çê dikin, bi baldarî û karkeriyek mezin dihonin. Bi bendên rengîn ên li text û derziyan girê didin, bi hunerek mezin wê dihonin. Doxînên çê dikin jî li her derê bi kar tînin.
 
‘Di jiyana rojane de ji me re pêwist e’
 
Hacer Encu ya ev kevneşopî ji dayika xwe hîn bûye, wiha got: “Dayika min her tim di demên vala de ev kar dikir. Çêkirina wê pir ne zehmet e, tenê tevgerê wê mirov jiber dikin. Ne bendên dirêj û qalind, divê yên kin û zirav bin. Mêr van ji bo şalên xwe jî bi kar tînin. Em bi çenteyên davên milê xwe jî  didirûn. Pir zexm in. Qut nabin.”
 
Hacerê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê fêrî keça xwe jî kiriye û wiha dawî lê anî: “Dema me vala derbas nabe. Em ji xwe re pê re mijûl dibin. Divê ev huner neyê jibîrkirin. Kesên li bajaran vanan çê nakin lê divê ne wisa be. Divê mirovek kevneşopiya xwe ji bîr neke.”