Li Mereşê portreya jnekê: Me têkoşîn da

  • 09:05 3 Cotmeh 2018
  • Jiyan
MEREŞ- Mercan Deprem ya ji eşîra Sînemîllî ye, jineke ku di seranserê jiyana xwe de îtîrazê rolên zayenda civakî kiriye ye. Mercanê got di civaka elewî de jî jin li plana dawî tê girtin û got: “Tiştên em dijîn ji civakê ne serbixwe ne. Me tiştên li me hat ferzkirin, dîtin û me xwe pêş xist.”
 
Eşîra Sînemîllî ji bo elewiyên li Mereşê dijîn cihekî girîng digire. Yek ji eşîra Sînemîllî Mercan Deprem, diyar dike ku çanda Elbîstan û Pazarcikê dişibin hev û piraniya nifûsê jî endamên eşîra Sînemîllî ne. Mercanê destnîşan kir ku ew tevlî hemû bernameyên çandî yên elewî dibe û got: “Di roja me ya îro de mirovên girêdayê ocax û eşîran dertên televîzyonan. Dema van dibînim şerm dikim. Ji ber asîmîlasyonek mezin diafirîne.
 
‘Jin di merasîma Cemê de jî li dawiyê ne’
 
Mercanê daxuyakirin ku di civaka elewî de jî hîna jin li plana dawî tên hiştin û di merasîmên Cemê de jin li pişt disekinion û got: “Her tim di civaka me de girîngiya têr nedan jinan. îro hîna di merasîmên cemê de jin li dawî disekinin. Mînak hevjînên kalên Elewî di civakê de cihê wan tune. Nikarin saza xwe bigirin û tevlî merasîman bibin. Me çanda xwe ji dayikên xwe girt. Dayikên me em xwedî kirin.”
 
‘Yekane zaroka keç ez bûm’
 
Mercan bi lêv dike ku tevî dixwaze jiyana perwerda wê jî nîvco dimîne û ev tişt bi lêv kir: “Di pola 45 kesî de yekane zaroka keç ez bûm. Wê demê civakê bertek nîşan dida. Gotin digotin. Ji ber zextane z ji dibistanê derketim û zû hatim zewicandin. Dayika min pir dixwest ez berdewam bikim. Lê nebû. Tiştên di civaka Elewî de tê jiyîn ji pisgirêkên civakî ne cudatire. Ji bo em pisgirêk rabe min li mala xwe û di malbatê de têkoşîn da. Bi vê têkoşînê min gotinên xwe bi mêran da qebûlkirin.”
 
Mercanê di dawiya axaftina xwe de got di alî civaka Tirkiyeyê de pisgirêka jinan hîna didome û got got divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn û newekhevî di navbera zarokan de neyê kirin.