Li Botanê rêwitiya rojekê ya Bêrîvanan

  • 10:11 17 Îlon 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX- Bi nêzbûna mehên zivistanê re bêrîvanên her sibeh ji bo dotina pezê xwe dikevin rê, diçin zozanan û piştî pez didoşin dîsa vedigerin gund.
 
Her sal bi mehên biharê re Bêrîvanên Botanê derdikevin zozanan û 6 mehên xwe li wir derbas dikin ji bo pez bidoşin dîsa dikevin rê. Jinên li gundê Roboskê ya kontarên Bestayê ya navçeya Qilabana Şirnexê dijîn, ji bo dotina pezê xwe bi mehan e diçin û tên. Bêrîvanên seranserê rojê bi pezê xwe re dimînin, di bihara din de jî wê ji nû ve biçin zozanan.
 
Jinên her sibeh zû bi traktoran diçin çiya, rojê du caran pez didoşin. Bêrîvanên her roj bi sedan pezî didoşin di navbera xwarin û çayê de tên cem hev û ber bi êvarê jî şîrê xwe digirin û tên gund. Şîr gem dikin û dikin penîr, mast û to.
 
‘Em di van mehan de cihên nêzî gund tercîh dikin’
 
Naîme Encu diyar dike ku li gund sewalên her kesî hene û wiha got: “Ev meheke em diçin û tên. Em piranî bi meşê tên lê rê hemû kevirin. Em jî bi traktorê tên. Em sibehê zû tê vir û pez didoşin. Em du caran didoşi. Ji bilî vê em xwarina xwe li vir dixwin. Em di mehên payîzê de cihên nêzî gund tercih digirin. Biharê em dîsa diçin zozanan.”
 
‘Şîrê me seranserê salê têr dike’
 
Hacîra Encu jî destnîşan dike ku bi şîrê pez debara xwe dikin û ji bo zarok û xizmên xwe yên li derve jî dişînin û ev tişt vegot: “Her roj têrî me şîr tê. Em bîdonan tije dikin. Em êvarê şîrê xwe dipijirînin. Em penîr, to çêdikin. Yê zêde em li bazarê difroşin.”
 
‘Ev kevneşopî wê her tim bidome’
 
Ayşe Encu jî bi lêv kir ku ew ji karê xwe kêfxweş in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ev kevneşopî ji dayikênx we hîn kir. Emê jî fêrî zarokên xwe bikin. Em tenê li mala xwe radizên. Em bi jinan re tên cem hev û karê xwe dikin. Em diwestin lê em şukur dikin. Zarokên me bi saya vî pezî mezin dibin. Em jî bi saya vê debara xwe dikin.”