Babaqenûçên li ser agir tên pijirandin ji bo zivistanê tên veşartin

  • 10:27 15 Îlon 2018
  • Jiyan
AMED - Tevî bajarê beton jinên Amedê amadekariyên xwe yên zivistanê bê navber didomînin û li ser agir balîcanên xwe dipijirînin û ji bo zivistanê vedişêrin.
 
Jinên ku heta niha bi jiyana komunal hatine van rojan, ligel hev amadekariyên zivistanê dikin. Xwarina ‘babaqenûç’ ya xwarinek herêmî ya Amedê ye, di amadekariyên zivistanê de di rêza ewil de cih digire. Jinên ji bazarê balîcanan digirin û li Kolana Gazîler tên cem hev, li ser agirê êzingan balîcanan çê dikin.
 
‘Divê balîcanê reş bê tercîhkirin’
 
Jina bi navê Havva Alîcan diyar kir ku xwarina ‘babaqenûç’ ji bo wan xwarinek girîng e û wiha got: “Em sebzeyên ku zivistanê nayê dîtin, niha dikirin. Divê balîcanên baş bên girtin. Reng û teşeyê wan tehma wan nîşan dide. Divê reş û mezin bin.”
 
Jina bi navê Zehra Kiliç jî daxuyakirin ku bi balîcanên ser agir xwarinên cuda çê dikin û wiha pê de çû: “Balîcanên ser agir pir baş in. Borek û lehmecun jî jê tê çêkirin. Bi mast û sîrê jî gelek xweş e.”
 
‘Sîte dibin asteng’
 
Elîf Agahatun jî balîcanên li firinên taxê tên pijirandin tehmek xweş nadin û wiha got: “Ji ber em di sîteyê de rûdinin, kes nahêle em agir pêxin. Bajar veguherîne betonê, çanda kolanê tune kirine. Ji ber ewlehiya sîteyê nahêle em li wir çêkin em jî diçin li kolanê çê dikin.”