Jinên Efrînê dev ji têkoşînê bernadin

  • 09:04 6 Îlon 2018
  • Jiyan
Tolin Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Kantona Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna jiyanê didin. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûn tevî hemû zehmetiyan dev ji çanda xwe bernadin û amadekariyên xwe yên zivistanê yên xwarinê yên wekî salçeya îsotan û miluxiyê dikin. 
 
Her zivistan Jinên Kurd amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Jinên Efrînê yên ku 58 rojî li dijî hemû êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber xwe dan, amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û dibêjin em li ku derê bin jî em ê dev ji çand û kevneşopiya xwe bernedin. 
 
Jina bi navê Meyso Sido ku li Gundê Berkaşê yê Bilbilê mezin bûye û dayika 6 zarokî ye wiha got:"Ji bo ku em xwe ji êrîşên dewleta tirk biparêzin me ji gundê xwe koç kir. Dema ku em li gundê xwe bûn me amadekariyê zivistanê dikir. Niha em li Gundê Babinisê amadekariyên xwe yên zivistanê dikin."
 
'Em naxwazin ku destên xwe li ber tu kesî vekin'
 
Meysayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Buhayên fêkiyan çawa daket em û  cîranê xwe em çûn û me bi hev re girtin. Em îsotan dişon û rojekê li ber tavê dihêlin. Em piştre tovên wê derdixin û di makineya îsotê ya taybet de dihelînin. Piştî ku dihele rojeke din em li ber tavê dihêlin. Dawiyê em dixin nav kîsikan. Heger zêde bin em ji bo debara xwe difiroşin. Em bi vî awayî li ber xwe didin da ku em destên xwe ji kesekî din re venekin. Em naxwazin ku destên xwe li ber tu kesî vekin."
 
'Alavên me dizîn'
 
Zelox Îbiş a 65 salî jî anî ziman ku ew di nava şerdên dijwar de jiyana xwe didomînin û wiha got:"Em bi awayekî bi êş mecbûr man ku axa xwe terk bikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê malên me talan kirin, alavên me dizîn. Em mecbûr man ku li vir di nava şerdên dijwar de jiyana xwe bidomînin. Loma li vir em ji bo zarok û malbata xwe amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û yên zêde dimînin jî em ji bo debara xwe bikin difiroşin."
 
'Me hêviya xwe ya ji bo vegerandina Efrînê winda nekiriye'
 
Neriman Ehmed a 49 salî jî bi lêv kir ku ji bo ew debara xwe bikin salçeya îsotan çê dike û wiha got:"Em li vir di nav şerdên dijwar de berxwedana jiyanê didin. Di nava şerdên zor û zehmet de em dijîn lê me hêviya xwe ya ji bo vegerandina Efrînê winda nekiriye. Em di wê baweriyê de ne ku dê Efrîn ji dagirkeran re rizgar bibe."
 
'Heta em hebin em ê berxwe bidin'
 
Sihem Hemo ya ji Gundê Qestelê Xidriyan, wiha got:"Em dema ku li gundê xwe bûn me bi Miluxiyê debara xwe dikir. Piştî êrîşên hovane yên dewleta tirk û komên girêdayî wê em mecbûr man ku derbasî Şehbayê bibin. Em jî li vir pelên Miluxiyê hişk dikin û piştre bi wê xwarina zivistanê çê dikin. Heta em hebin em ê berxwe bidin."
 
Şihemê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî hovîtiya dewleta tirk bêdeng nemînin. Em dixwazin vegerin Efrînê û bila hêzên navneteweyî dengê gelê Efrînê bibihîsin."