Li Serhedê jinan dest bi berhevkirina genim kirin

  • 09:06 5 Îlon 2018
  • Jiyan
Zeynep Durgut
 
WAN - Li Herêma Serhedê her sal bi hezaran tovê genim tên çandin û  bi nêzîkbûna demsala zivistanê jinan dest bi şuştina genim kirin. Ji ber ku îsal baran û berf kêm barîn berhevkirina genim li heremê zû dest pê kir.Her sal li Herêma Serhedê bi hezaran tovên genim  tên çandin û di demsala havînan de tê berhevkirin. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê li gundê girêdayî Qelqeliyê gundê Kergezê  jinan dest bi berhevkirin û şuştina  genim kirin. 
 
'Ji ber ku îsal berf û baran kêm bariyan  berhevkirina genim jî zû dest pê kir'
 
Menîce Zengîn diyar kir ku ji ber ku berf û baran kêm bariyan îsal wan zû  dest bi berhevkirina genim kir û got ku di demsala zivistanê de her xwarinek wan bi genim e û  wiha axivî;"  Genimê Qelqeliyê bi nav û deng e. Axa vir ji bo genim pir kêrhatî ye. Di demsala cotmehê de em dest bi çandina genim dikin. Ji ber ku îsal berf û baran kêm bariyan  berhevkirina genim jî îsal dereng bû. Me îsal dereng  dest bi berhevkirina genim kir. Em niha genim dişon û yê ku ji bo ar û xwarinê cuda dikin. Her serê sibehê bi taybetî jin ser çem kom dibin û dest bi şuştina genim dikin.  Genimê herî bi tam li Qelqeliyê çê dibe. Di demsala zivistanê de ji nan heya ku xwarinê em ji genim çê dikin. Bêguman komkirin û şuştina genim pir zehmet e. Ji berê de hemû xwarinên me bi genim dihatin çêkirin û gel bi firotina genim debara xwe dikir. Lê niha şerd û mercên jiyanê pir zehmet bûye. Mazot û zibil buha bûne. Ji ber vê jî gel neçar e.  "
 
'Genimê ku em diçînin têra Tirkiyeyê tev dike lê dewlet ji hilbirînê zêdetir îthalkirinê teşwîq dike'
 
Menîceyê bal kişand ser îthalkirina genim û got ku Tirkiye ji hilbirînê zêdetir îthalkirinê teşwîq dike û wiha  pê de çû;" Em her sal bi mîlyonan genim diçînîn. Ji ber ku axa vir pir dewlemend e genim zû çê dibe. Her sal bi hezaran torbeyên genim em kom dikin. Ew genimê ku em hilbirînîn dikare hemû Tirkiyeyê têr bike. Lê mixabin dewlet alikariyê nade û girîngiyê nade çandinê. Dewlet ber bi hêsaniyê ve diçe û heya ku genim ji îthal dike. Ji gelê xwe re her tiştekî zehmet dike. Li vê heremê gel bi xwedîkirina pez debara xwe dike. Dewletê ji bo cejna qurbanê goşt tev  îthal kir. Dewlet piştgriyê nade gel ev nêzîkbûn polîtîk e. Goştê ku ji derve anîn jî tev nexweşiya şarbonê bûn. Nexweşiya şarbonê niha  li hemû deverên welat belav bûye. Ji hilbirînê zêdetir îthalkirinê teşwîq dikin. Dewlet ji xîzaniya  gelê xwe kêfxweşiyê digire. Xaka Tirkiyeyê ji bo hilbirînê pir kêrhatî ye. Lê dewlet ji vê dewlemendiyê ne razî ye. "