51 sal e tapoyên avahiyên gundiyan nayên dayîn

  • 09:01 1 Îlon 2018
  • Jiyan
Zeynep Durgut
 
WAN- Li gundê Îşxanîkom gundiyên ku bi salan e li benda dayîna tapoyên avahiyên xwe ne qeyûm hewl dide avahiyên wan desteser bike.  
 
Li gundê Îşxanikom ê Artemêta Wanê gundiyên ku ev 51 sal e dixwazin tapoyên avahiyên xwe bigirin û tapoyên wan nayên dayîn, niha jî qeyûmê tayînî şaredariya Artemêtê hatiye kirin hewl dide ku avahiyên  gundiyan li gel erseyên wan desteser bike û wan ji ser axa wan biqewirîne. Niştecihên gund bertek nîşanî helwesta qeyûm dan û gotin ku çi dibe bila bibe ew ê axa xwe neterikînin.  
 
'Hem tapoyên me nade û hem jî pere ji me digire' 
 
Ji welatiyan Asya Nazli anî ziman ku qeyyûm wan mexdur dike û got ku divê tapoyên avahiyên wan ji wan re bên dayîn û wiha axivi;" Em li vî gundî hatine dinê û em heta vî temenê xwe li vir jiyan e. Gund ji aliyê pîr û kalên me ve hatiye avakirin. Bi têkoşînên mezin û hewlêdanan hatiye avakirin.  Me li vî gundî gelek xizanî kêşand û niha ji di bin şert û mercên herî zehmet de em dijî. Me bi zehmetiyên mezin avahiyên xwe ava kirin. Bi salan e ji bo ku em tapoyên avahiyên xwe bistînin em têdikoşin. Gelk caran me serî li Şardariyê daye û me daxwa tapoyan kiriye.  Lê mixabin ji çareseriyê zêdetir ji me re astengiyan derdixin. Me 6 mîlyar dan ku tapoyên me bên çêkirin lê nadin. Ax axa me ye avahî avahiyên me ne, lê Şaredarî tapoyên me çênake. Biryara hilweşandinê ji bo avahiyên me hatiye dayîn. Qeyûm ji me re dibêje divê hûn kirya avahiyên di wan de dijîn bidin. . Li ku derê hatiye dîtin ku, avahiyê mirov be û mirov pereyê kireya wê bide. Ji me re dibêjin em ê bikîn parsel û hûnê bi pere bistînin û em ê heta dawî têbikoşin."
 
'Penaber anîn bi cih kirin û axa me desteser dikin'
 
Seyran Nazli jî bi lêv kir ku bi salan e ew li pey tapoya avahiyên xwe  ne ku bistînin û got ku ew ê avahiyên xwe nedin qeyûm û wiha domand:" Zarokatiya min tev li vî gundî derbas bûye. Ev der xaka me ye û gundê me ye. Niha tên ji me re dibêjin yan hûn ê ji avahiyan derbikevin an jî hûne kireya avahiyan bidin. Dema ku dapîr û bapîrên me hatine vî gundî kevir li ser kevir tune bû. Ev gund bi derfetên herî kêm haiye avakirin. Niha jî qeyyûm tê ji me  dixwaze ku em xaka xwe û avahiyên xwe bifiroşîn. Em vê qebûl nakîn. Li gund 506 mal hene. Ji van 30 mal avahiyên wan bê tapo ne. Bi salan e em li pey tapoyên avahiyên xwe ne lê dewlet nade me. Penaber anîn li her deran  bi cih kirîn û niha jî me ji ser xaka me didin sirgûnkirin.  Divê tapoyên me bidin me û em tapoyên xwe dixwazin."
 
'Em ê  destûr nedîn ku  axa me dagir bikin' 
 
Pîroze Nazli jî daxuyand ku hikûmet bi zanebûn wan mijûl dike û got ku ew ê tu car axa xwe terik nekin û wiha pê de çû:" Ji herikandina çemekî heya ku ji xwezaya vî gundî em berpirsyar în. Ev axa me ye. Bila dewlet destê xwe dirêjî axa me û avahiyên me neke. Bi salan e em ewqas daxwazname didin. Li tapoyên me nadin. Dixwazin xaka me dagir bikin û  projeyên xwe li ser ava bikin. Lê heya ku dilopek xwîn di laşê min de hebe, em ê li ber xwe bidîn û destû nadîn ku axa me dagir bikin."