Keşîşxaneya St. Thomas wek axur tê bikaranîn

  • 09:03 27 Tebax 2018
  • Jiyan
WAN - Keşîşxaneya St. Thomas a li Gevaş a Wanê ye, ji aliyê neçîrvanên xezîneyê ve hat talankirin. Niha jî wek axur tê bikaranîn.
 
Dêra St. Thomas a li gundê Altinsaç a navçeya Gevaş a Wanê ye, bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev. Dêra ku 400 metreyî ji golê bilindtir e van rojan wek axurê sewalan tê bikaranîn. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin; Dêr di sedsala 11’emîn de ji aliyê sermetran Kîrakos ve ji bo alavên pîroz yên St. Thomas bê parastin hatiye çêkirin û di dawiya sedsala 16’emîn de jî ji nû ve hatiye restorekirin û bikaranîn. Di navîna sedsala 17’emîn de jî bi giştî hatiye talankirin û di dîroka nêz de jî dîwarên wê hatine hilweşandin û bûye cihê neçîrvanên xezîneyê. Dêra ku hatiye talankirin niha jî ji aliyê gundiyan ve wek stargeha pez tê bikaranîn.