Bajarê ku dîrok û dema niha tîne gel hev: Xelfetî

  • 09:08 13 Tebax 2018
  • Jiyan
RIHA-Xelfetiyê ya ji axa bi heybet ya Mezopotamyayê ji gelek efsaneyan re malovanî kiriye, ya kevin ku di bin avê de hatiye hiştin û ya nû ku dîrokê û niha tînin gel hev li benda keşifkirinê ne. 
 
Xelfetî ya beriya Zayînê di salên 500’î de hatiye avakirin, ji Asuriyan heta niha gelek şaristanî lê bi cih bûne. Bajarê ku Yewnanan navê Urîma, Osmaniyan jî ‘Urumgala’ lê kiriye, di 1954’an de Xelfetî wek ‘Rumkale’ hat bibîranîn.  Ewil navçeyek girêdayî Dîlokê bû û piştre bi Rihayê ve hat girêdan. Di 2000’î de  bendava Ataturk ku bandor li ser bajarên Riha, Dîlok û Semsurê kir, beşek mezin a Xelfetiyê di bin ava Firatê de hişt û niha wek Xelfetiya Nû û Kevn bûye du beş.
 
Di bin avê de hat hiştin
 
Ligel xweşikbûna Xelfetiyê,  mirov xwezaya wê ya dîrokî û ekolojîk jî dibîne. Li her aliyên wê darên fistikan hene û bîhna  wan darên li her derê belav dibe. Piştî ku Bendava Bîrecîkê di sala 2001’î li ser çemê Firatê hatibû avakirin ket dewrê, ligel Bajarên Antîk yê Zeugma, gelek warên dîrokî yên wekê Xelfetiyê jî tune kir û nêzî 50 hezar kes ji cihên xwe bûn.
 
Bajarê Efsaneyan
 
Em li îskelê bi keştiyê berê xwe didin Keleha Rûman lê em hîn dibin ku ew jî ji serdanan re hatiye girtin.  Keleha Rûman yek ji cihên ku ewil kes lê jiyan e. Keleha Rûman  ji efsaneyan re jî bûye mijar û ji bîhna sosinan bigirin heta kurê qral û heta herikîna avê her tişt wekî efsaneye. 
 
Li bendê ye ku li vê dîrokê xwedî bê derketin
 
Bajarê Xelfetiyê yê dîrokî ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye,  yanî Xelfetiya Kevn û ya Nû, axa ku dîrok û dema niha aniye cem hev, niha li bende xwedîderketinê ye.