Jinek ku pêşdaraz şikandin:Divê em bi hêza xwe bawer bin

  • 09:03 12 Tebax 2018
  • Jiyan
Bêrîtan Canozer
 
AMED - Kubra Çoban a li Farqînê dijî, yek ji jinek ku tevî hemû zehmetiyan serkeftin bi dest xistiye ye.  Kubrayê balkişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Ger em bi tena serê xwe nikaribin bikin jî divê em ne ji mêrekî ji jinekê piştgiriyê bigirin û em bi hêza xwe bawer bin.”
 
Li Farqîna Amedê  di 5 salên dawîn de beşek mezin a esnafan jin in. Yek ji van jinan jî Kubra Çoban e. Kubrayê diyar kir ku gotina ‘min wek jinekê gelek tişt bi dest xist’ pir girîng e, lê ev tenê bi Farqînê ne sînordar e û wiha got: “Mirov li ku dibin bila bibin, mafên jinan ancax bi têkoşînê tê bidestxistin.” Kubra ya ku ev 9 sal e esnafiyê dike di esasê xwe de di ‘pisporiya xweşikbûnê’ de perwerdê girtiye.  Kubra piştî ku 5 salan wek kuafur dixebite, piştre dest jê ber dide û dikeve sektora cil û bergan.
 
Kubrayê bi lêv kir ku piştî dukanê vedike şûnde qedexeya derketina derve dest pê dike û wiha got: “Min cil û bergên herêmî difrotin. Piştî bûyeran dukana min zirar dît. Min tiştek jê xilas nekir. Ez demekê nexebitîm. Piştre ketim nav lêgerînê.”
 
Çewisandina kedê li her derê heye
 
Kubrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kuafurî gelek zehmet bû. Carna em bi rojan li ser piyan disekinîn. Me xwarin jî nedixwar. Em gelek diketin zorê. Sektora cil û bergan rehetir e. Jin dikarin her karî bikin lê ji ber stresê dikarin bi nexweşiyan jî bikevin. Ji bo jinan karekî bê stres tune ye. Lê min tu car şûnde gav navêt. Ez ketim nav lêgerînê. Hinek dema min girt lê piştre ez ketim sektora cil û bergan û min karê xwe berdewam kir.”
 
‘Em ê jin wan fêr bikin’
 
Kubrayê destnîşan kir ku zîhniyeta mêr li dijî berxwedana wan şikya ye û ev tişt anî ziman: “Mêr piştî demekê li dijî karê jinan rêzdariyê nîşan didin. Divê wek objeya zayendî li jinekê nenêrin. Vê jî em jin divê fêrî mêran bikin. Berê jin nikaribûn di ber kahwexaneyan re derbas bibin. Lê niha jin kafeyan didin xebitandin.”
 
Kubrayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li keda xwe derkevin û got: “Em ne neçar in di bin serdestiya mêr de bijîn. Em zehmetiyan dijîn lê em dikarin ji bin van zahmetiyan rabin. Em nikaribin tenê bikin jî divê em ne ji mêr ji jinan piştgiriyê bigirin. Min her tim wisa kir. Ez her tim çûm alîkariya jinan. Ez wisa li ser piyan mam. Me gelek tişt jî wisa da qebûlkirin. Em bi xwe û hêza xwe bawer bûn.”