Çîrokek ku ji xeyalan ber bi serkeftinê dirêj dibe…

  • 09:10 6 Tîrmeh 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX- Fatma Tetîk a di temenê zarokatiyê de hat zewicandin û rastî şîdeta mêr hat, tu car dest ji xeyalên xwe berneda. Fatma niha midûra tekstîlê ye û ji bo  pêşî li koçberiyê bigire dixwaze qadên nû yên îstîhdamê bên vekirin.
 
Fatma Tetîk yek  ji jinên Cizîrê ku bi salane têdikoşe ye û di Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) de di xebatên siyasetê de cih girt û tevî gotinên dayika wê yên wekê ‘ tu keçikî, çi karê te li wir heye’ jî ew her roj çûye partiyê. Lê  di13 saliya wê de xeyalên wê hatine zincîrkirin û bi kurê xaltîka xwe re hatiye zewicandin.
 
‘Ez li dij zîhniyeta wan bûm’
 
Fatma diyar dike ku tevî her tiştî wê têkoşîna xwe meşandiye û wiha got: “Min dibistan nexwend. Lê kîjan pirtûk bihata min dixwend. Min jinên li malê dişopand. Min hewl dida ez di warê xizmetê de tu qusûrê li hemberî xezûr û jintiyên xwe nekim. Li malê her mafên me dihatin binpêkirin. Min ev neheqî didît. Min ev wek şîdet didît. Her kesî digot tu bandorê li jinên din jî dikî. Ji bo ez bêdeng bimînim şîdet li min dihat kirin. Ez ducanî bûm dikirim odeyê û nedihiştin ez derkevim derve.”
 
‘4 sal şûnde min sifre kirin yek’
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dema ev dikir ne xwedî hişmendiyekê bû lê ruhê têkoşînê pê re hebûye û wiha got: “Ez wek niha bûma wê gelek tişt biguheriya. Tiyê min Alî her tim li hember jinan bû. Digot ‘jin li ku bin ez li wir namînim’. Ji min re digot ‘tu pir diaxivî, tu pir bi xwe bawerî, lê ez ê vê hêza te bişikînim’. Lê min kêmasiya wan dizanî. Min hewl da ez wan biguherim. Di esasê de ez ji bo Alî bibûm mînak.  Li ser sifreyê jî cihê jinan tunebû. Piştî mêran jinan xwarin dixwar. Ez li dijî vê derketim lê rastî şîdetê haitm. 4 sal şûnde min sifre kirin ye. “
 
‘Ezê xeyalên xwe pêk bînim’
 
Fatmayê destnîşan kir ku piştî ji malbata hevjînê xwe veqetyane şûnde xwestiye bixebite û wiha pê de çû: “Em malbatek ji 6 kesî pêk dihatin bûn. Hevjînê min li me mêze dikir. Min xeyala xwe ji hevjînê xwe re got. Min xeyalên xwe pêk anî. Ji bo ciwanên Cizîrê neçin metropolan ez dixwazim qadên îstîhdamê ava bikim. Dixwazim kursekê jî vekim. Heta ez hebim ezê têbikoşim.”