Frina Iştar li Hesekê hat vekirin

  • 14:52 7 Hezîran 2018
  • Jiyan
HESEKÊ - Desteya Aborî ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê firinek xweser wekî koompratîfekê ku bê  bikaranîn a bi navê Îştar vekir.
 
 Bi armnaca geşkirina Aboriya jinê, îro Desteya Aborî  li bajarê Hesekê li taxa Nasra firina bi navê Îştar ku  wekî kompratîfekê tê bikaranîn vekir. Di firina ku hat vekirin de ewê jin bixebitın.
 
Vekirina firinê  bi merasim hat kirin. Di merasîmê de di serî d rêz hat girtin û pitre jî Rêvbera Lijneya Aboriyê Hêvîdar Ebdulah axivî. Hêvîdarê  vekirina firnê li tevahî jinan pîroz kir û got ;"Armanca me ji vê koompratîfê ew e ku jin bikaribe xwe bi xwe birêve bibe. Em dixwazin çanda kompratîfê di nava gelan de bidin avakirin û bi riya kooperatîfan rihê komînal geş bikın.”  
 
Merasîm bi qutkirina kordeleya vekirina firinê ji aliyê Xezala Isa ku dayika şehîd Mîdiya Cemal  ya li bajarê hesekê şehîd bûye ve hat qûtkirin.