Berdewama kevneşopiyê: Ji benikên kesk, sor û zer ked diherike

  • 09:03 5 Hezîran 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Kevneşopiya jinên Kurd a bi benên kesk, sor, zer yên bi textan ve girê didin û çêdikin hîna didome. Sarigul Eşiyok a ev kevneşopî ji pîra wê ji dayika wê re ji dayika wê jî ji wê re maye ew niha berdewam dike.
 
Hilberînên bi keda jinên Kurdistanî dertê holê, sedsal derbas bin jî hîna tên berdewam kirin. Karên destan ên bi benên kesk, sor û zer tên çêkirin li Stewrê ya Mêrdînê hîna li gundan berdewam dike.
 
Sarigul Eşîyok a li gundê Barman dijî diyar dike ku ev kevneşopî ji pîr û dayika xwe girtiye û didomîne.
 
‘Ji benê kesk, sor û zer kemeran çê dikin’
 
Sarigul bi benên kesk, sor û zer ji jinên ciwan re kemeran çê dike û beşek mezin a dema xwe bi vî awayî berdewam dike.  Sarigul da zanîn ku  ji zarokatiya xwe de vî karî dike û wiha pê de çû: “Em hemû bendan tînin cem hev û bi hev re vê çê dikin. Min ji bo keça xwe, ji bo cîranan û ji xwe çê kir. Ez nafiroşim. Çê dikim û bi kar tînim. Ev ben jî ji dayika min mane. Em li pişt, serî milê xwe girê didin.”
 
Sarigulê destnîşan kir ku kevneşopiyên berê pir kêm tên jiyîn û ji ber vê wê ev karê destan nîşanî jinan daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê bi rengên kesk, sor û zer tê çêkirin. Ji berê de ev wisa ye. Ez jî li cem kê rûnim vê nîşanî wan didim.”