‘Bila zarokên keç neyên zewicandin’

  • 09:10 2 Gulan 2018
  • Jiyan
WAN- Gulê Durmuş ya di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, ji astengdariya zarokên xwe berpirs hatiye dîtin û bi salan rastî îşkencê hatiye. Gulê ya ku piştî hevjînê wê mal terk  kir û jê xilas bû wiha got: “Ez ne alîkariyê dixwazim ne tiştekî din. Bibin xwedî wijdan. Yekane daxwaza min bila kes zarokên xwe yên keç zû nezewicîne.”
 
Gulê Durmuş ya di temenê biçûk de hatiye zewicandin, bi salan ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve rastî şîdeta sîstematîk hat. Hinceta şîdeta mêr jî ev bû ku zarokên di encama êrîşa wî ya zayendî de hatine dinê astengdar in.  Îşkenceya ku ji 15 saliya wê de lê hatiye kirin di 15 saliya wê de bi ducaniyê re hatiye destpêkirin û piştî  ku di encma vê îşkenceyê de zarok astengdar aniye dinê berdewam dike. Gulê bi gotina ‘tu astengdarî û zarokên te yên saxlem çênabin’ tê rû hev û îşkenceyê dibîne. Gulê diyar dike ku piştre 4 zarokên wê yên din jî çêdibin û ew jî astengdar bûne û roj bi roj îşkenceya lê jî zêde bûye.
 
‘Demek dirêj berdewam kir’
 
Gulê ya niha 45 saliye destnîşan kir ku îşkenceya li ser wê bi salan berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Bi rojan ez tî û bîrçî li kolanê mam. Cîranan jî ji tirsa malbata hevjînê min alîkarî nedidan.  Li taxê kê nan li tenûrê lêxista min pêçeka xwe digirt û diçûm wir. Ji bo zaroka min hinek germ bibe min dida nêzî tenûrê.”
 
‘Derdê min ne pereye’
 
Piştî ku hevjînê wê malê terk dike Gulê bi alîkariya malbata xwe ji xwe re xanî dikire.  Gulê bi lêv dike ku lênerîna zarokên wê jî gelek zehmete û wiha got: “Bi pereyê ji xizmetên civakî digirim debara xwe dikim. Tevî her tiştî ji bo zarokên xwe dijîm. Derdê min ne pere ye. Ger ji vê re hun dibêjin jiyane, belê ez dijîm.”
 
‘Bila kes zarokên xwe nezewicînin’
 
Gulê di dawiya axaftina xwe de got ew daxwaza alîkariyê nake û wiha pê de çû: “Ji ber tiştên min jiyane belkî her kes xemgîn dibe lê ez dixwazim vê bêjim. Bi hezaran jinên wek min hene.Ez ne alîkariyê dixwazim. Ez vê dibêjim; bibin xwedî wijdan. Bila kes keça xwe di temenê biçûk de nezewicîne. Ez tenê vê dibêjim.”