Pervîn a ji Sûriyeyê koç kiriye: Ez xeyala nivîskariyê dikim

  • 09:06 2 Gulan 2018
  • Jiyan
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Pervîn Bozuî ya ji ber şerê Sûriyeyê koç kiriye, pirsgirêkên penaberiyê dijî. Pervîn a xanî nedît û li cihên dixebitî rastî tacizî hat, tevî her tiştî ji bo zarokên xwe berxwe dide.  Pervîn a nivîskariyê xeyal dike û niha li mexazeyekê berpirsa firotinê ye, ji bo biçe qursa xêzkirinê piştgiriya jinan dixwaze.
 
Pervîn Bozuî ya li Kobanê dijiya piştî şer wê jî wek mîlyonan jinî koç kir. Pervîn di 14 saliya xwe de bi kurê apê wê re ku gelek jê mezin bû re hat zewicandin. Pervîn bi salan rastî şîdeta mêr tê. Pervînê li Kobanê lîseyê diqedîne û gelekî ji xwendinê hez dike.  
 
Debara malbata ji 11 kesî pêk tê dike
 
Pervînê ji aliyê mêrê ku pê re tê zewicandin bi salan rastî şîdeta zayendî û fîzkî tê. Her tim dixwaze terk bike. Lê li bende mezinbûna zarokên xwe dimîne. Piştî şer bi zarokên xwe re tê Pirsûsê û piştre jî diçe Îskenderunê. Li wir li baxçeyan dixebite û beramberê keda xwe nagire. Pervînê bi sê zarok û malbata xwe re tê Stenbolê. Pervînê li 11 kesên ji malbata xwe dinêre. Li mexazeyekê dixebite.
 
Çîroka Pervînê wiha berdewam dike: “Ez 14 salî bûm ez zewicandim. Bavê min 4 zanîngeh qedandibû. 7 sertîfîkayên wî yên kompîturê hene. Ji ber zextên malbatê nikare tiştekî bike. Ez dam kurê apê min. Ji ber pir dewlemend bûn. 15 sal di navbera me de hebû. Min 10 salan şîdet dît. Ez hatim vir xilas bûm.”
 
‘Jin li kargeriyan rastî tacîza zayendî tên’
 
Pervînê diyar dike ku piştî hatine Stenbolê pirsgirêk mezintir bûyer û got: “Ez û bavê xwe 15 rojan li xanî geriyan. Lê kesî xanî neda. Me xanî dît vê carê em li kar geriyan. Ez li fîrmaya tekstîlê de xebitîm. Her tim hatim tacîzkirin. Jinên penaber rastî tacîzê tên. Li reşikan pir zextan dikin. Bi wan re li heman sifreyê rûnanin.”
 
‘Min ji bo zarokên xwe berxwe da’
 
Pervînê got hevjînê wê li Kobanê zewiciye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min pir êş kişand. Min jî ji xwe doz vekiribû. Min digot zarokên min mezin bibin ez ê wî terk bikim. Ez ji bo zarokên xwe mabûm. Ez ji bo zarokên xwe dixebitim. Divê ew bixwînin. Zarokên min hînî vir bûn. Ewil gelek cuda hatin dîtin lê niha qebûl kirine.”
 
Pervînê diyar dike ku xeyala wê ya herî mezin ev e ku pirtûkek ku derdê jinan vedibêje binivîse.