Modela li Efrînê li Şehbayê didome

  • 12:09 1 Gulan 2018
  • Jiyan
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Modela jiyanê ya demokratîk, komunal, azadiya jinê ya ku li Efrînê berî êrîşan dihat jiyîn niha li Şehbayê didome. 
 
Sîstema demokratîk, ekolojîk, wekhev, hilberîna komunal û sîstema ku azadiya jinê diparêze bi pêşengiya Gelê Kurd li Bakurê Sûriyeyê pêk tê. Ev modela niha li Şehbayê didome. Jinan diyar kirin ku bi êrişên li ser Efrînê ev sîstema hedef hatiye girtin û gotin:"Em dizanin em ê  çawa xwe bi rêxistin bikin. Em herin ku em li ser esasê felsefeya Abdullah Ocalan dijîn."
 
'Komun esasên civakê ne'
 
Endama Komuna Til Rifatê Ayşe Ahmed anî ziman ku komun esasên civakê ne û got:"Em tu carî serî ji dijmin re natewînin û em têkoşîna xwe didomînin. Em li ku be bila bibe serîhildan ji bo me jiyan e. Em dema ku hatin Şehbayê me gelek dijwarî kişand lê em di wê hişmediyê de ne ku em ê bi têkoşîna xwe li ser piyan bisekinin. Li Şehbayê pêdiviyên jiyanî hene. Bi taybet jî pêdiviya dermanan hene. Tevî hemû zor û zehmetiyan gel dev ji serîhildana xwe bernadin. Em ê li dijî hemû zordestiyan û zehmetiyan bisekinin heta ku em bi serbilindî warên xwe ji çeteyan paqij bikin û biçin warên xwe."
 
'Em axa xwe ji talankeran re nahêlin'
 
Esmihan Muhammed anî ziman ku hîn dilê wê bi Efrînê re ye û got:"Serîhildanek wiha di dîrokê de nehatiye dîtin. Ji ber ku em ji Efrînê dûr in ev ji bo me gelekî dijwar e. Loma em hewl didin ku heman modelê li vir jî pêk bînin. Bila hemû kes baş bizanibin ku em axa xwe ji kesî re nahêlin."
 
'Derfet kêm in vîna me bi hêz e'
 
Cîhan Mustefa jî diyar kir ku li navçeya Racoyê wan li hember hemû êrîşan serî hildan û wiha got:"Bi dehan caran komkujî pêk hat. Li Efrînê li ber çavên me zarokên me hatin qetilkirin. Em tu carî ji bîr nakin."
    
Şîrîn Elî jî anî ziman ku ew li Şehbayê ji bo gel dixebitin û got:"Em li qadek ku derfet lê tune ye. Lê ji ber ku em xwedî vîneke xurt in, çiqas dijwar be jî  me hîn bi hêz dike."