Hunermenda çavên wê nabînin: Ezê di nav çar dîwaran de bi sînor nemînim

  • 09:09 8 Nîsan 2018
  • Jiyan
ÎZMÎR - Alev Îşler ya çavên wê  nabînin ku kolanên Îzmîrê stranan dibêje, tevî astengiyên dewlet, civak û malbatê karê xwe dike û got pirsgirêka wê ya herî mezin zextên zabiteyan e.
 
Alev Îşler ya ku çavên wê nabînin ku li taxên cuda yên Îzmîrê stranan dibêje, bi dengê xwe yê zelal eleqeyek mezin dibîne. Alev diyar dike ku li Tirkiyeyê li hemberî astengdaran polîtîkayên rast nayên meşandin û di nav çar dîwaran de hatine hepiskirin û wiha got: “Ji ber her kes hunermendiya kolanê wek parsekiyê dibîne kurê min nahêle ez li kolanê stranan bêjim. Lê ez bê agahiya wî têm stranan dibêjim. Ez jiyanek azad ji bo astengdaran dixwazim.  Em gelek deveran rastî astengiyan tên. Yek ji pirsgirêkên herî mezin zextên zabiteyane. Li şûna em li malê runin divê em derkevin derve û li ser piya bisekinin. Ev jî morelek mezin dide me.”
 
Alevê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê perwerda muzîka hunerî girtiye û welatî deng û stranên wê pir diecibînin. Alevê destnîşan kir ku bila bihêlin her kes li ser piyên xwe bisekinin û bila li hember astengdaran nebin asteng.