Ava Sûrê êdî dibe sedema nexweşiyan

  • 10:04 5 Nîsan 2018
  • Jiyan
Duygu Ciniviz
 
AMED - Ava Anzelê û Hewzê bi Masî yên ku di demên borî de li ser wan helbest û stran dihat xwendin piştî ku qayyim tayinî ser şaredariya Sûrê û ya Bajarê Mezin a Amedê bûn, bêxwedî hatin hiştin. Ava ku berê bi hinceta ku şîfayê dide, gel diketê niha ji ber ku nayê paqijkirin dibe sedema nexweşiyan.
 
Hewzê Bi Masî yê li Sûra Amedê di demên borî de ji efsaneyan dibû mijar û li ser gelek helbest û stran hatiye nivîsandin. Hewzê Bi Masî di 1978'an de ji ber bajarvaniya bê plan, bi temamî hat tunekirin û dawiyê jî li ser wê avahiya îtfaiyeyê lê hat çêkirin. Di 2014'an de ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê û ji aliyê Şaredariya Sûrê ya DBP'ê di çarçoveya projeya ku ji bo dîrok winda nebe ev cihên dîrokî dîsa hatin dizaynkirin.  
 
Baxçeyên Hevselê yê dîrokî jî av dide
 
Anzele heta sala 1950'î ji 3 jêderkên avê yên girîng bû. Bi saya ava Anzelê Baxçeyên Dîrokî yên Hevselê jî dihat avdan. 
 
Ev ava ku ji efsaneyan bûye mijar û li ser stran û helbest hatine nivîsandin îro ji aliyê qayyim ve bê xwedî tê hiştin. Ji ber ku ava Anzeleyê nayê paqijkirin zarok ji ber ku havînî dikeve vê avê nexweş dikevin. 
 
Welatî bi bertek in
 
Ji ber ku ava Anzeleyê nayê paqişkirin welatî bertek nîşanî qayyim didin. Ava Anzeleyê ya ku ji bo şîfayê dihat bikaranîn niha dibe sedema nexweşiyan .Ava ku bi salan e ji bo şîfayê dihat bikaranîn niha dibe sedema nexweşiyan.