Amadekariya jinên koçer a ji bo zozanan: Em parçeyên xwezayê ne

  • 09:02 29 Adar 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Bi hatina biharê re jinên koçer dest bi amadekariya derketina zozanan kirin û ji bo konên xwe vedin ketin nav tevgerê. Jinan got: “Em parçeyên xwezayê ne. Em wisa hatin dinê, wisa mezin bûn û em ö wisa wê bijîn.”
 
 Li Kurdistanê bi hatina payîzê re koçerên vegeriyan gund û bajarên xwe, bi hatina biharê re dîsa dikevin riya zozanan.Koçerên ku pezên xwe dan ber xwe, ked û xwarina xwe dikin yek û dibin parçeyek xwezayê. Şemsê û Rabîa Baykara ku ev 20 sale koçeriyê dikin havînan li zozanên Şirnex, Colemêrg û Wanê pezê xwe diçêrînin û zivistanê jî tên mêrgên Sîlopiyê. Malbatên ev 6 salin li mêrga Berojve û Kutnîs zivistanan derbas dikin niha xwe amde dikin derkevin zozanan. 
 
Jin bi awayekî kolektîf dixebitin Piştevaniya ku li her derê di navbera jinan de heye li vir jî xwe dide nîşan dan. Beşek jinên koçer ji bo konên xwe vedin sibehê zû radibin û paçên ji Sêrtê anîne didrûn û yên din jî cihên parçe bûne pîne dikin. Jinên ku li gundên cuda rudinin ji bo çêkirina kon tên cem hev û bi nebatên ji mêrgê kom dikin jî xwarinan çêdikin. 
 
Ji bo zozanan amadekarî 
 
Rabîa Baykara bi lêv kir ku çêkirina kon gelek bi kêfe û wiha pê de çû. “Em ji bo konan çêbikin hatin cem hev. Em hemû jinên li vir xizmên hevin. Em ê di van konan de bi zarok û mêvanên xwe re bimînin. Ji ber vê konên em çêdikin mezin in.” 
 
Em parçeyên xwezayê ne
 
Rabîayê destnîşan kir ku koçerî, jiyana di nav xwezayê de ye û bi hatina havînê re rêwitiya wan a ber bi zozanan dest pê dike. Rabîayê di dawiy axaftina xwe de daxuyakirin ku ew parçeyên xwezayê ne, wisa hatine dinê, wisa mezin bûne û wisa wê bijîn.
 
'Em hatin alîkariyê bikin'
 
Şemsê Baykara ya ku ji bo alîkariyê bi Rabiayê re bike diyar kir ku ji bo qada ku lê dijîn ji bo bi awayekî baştir bijîn ew alîkariya Rabîayê dike û got:"Wateya koçberiyê li ba me gelek mezin e. Dema ku em di nava xwezayê de bin tê bîra me ku em parçeyek ji xwezayê ne. Roja ku em diçin koçberiyê ji bo me wekî cejnekê ye. Em li gundê Kutnisê diman lê yên ku li gundê Mêrga Berojveyê diman jî xizmên me bûn. Loma berî ku em herin zozonan em hemû jin tên ba hev. Em hemû alîkariyê bi hev dikin."