Li quntarên çiyayê Bagokê çandiniyê dest pê kir

  • 09:26 26 Adar 2018
  • Jiyan
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Li quntarên Çiyayê Bagokê îsal jî bi hatina biharê re çandiniyê dest pê kir. Çiyayê Bagokê ku her sal tê bombebarankirin û şewitandin jî axa xwe dewlemendiya xwe winda nake û ji bo gund dibe çavkaniya debarê.
 
Gundê Stîlîle ya Kontarê Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê bir ez û baxçeyên xwe tê nasîn. Her sal çiyayê gund bi hinceta ‘pevçûnan’ tê şewitandin û tevî vê gundî dest ji axa xwe bernadin. Li gundê ku bi nîsk û faliyeyên xwe navdarin, li ber her malekî baxçeyek jî heye.
 
‘Ez sibehê têm êvarê diçim malê’
 
Fehîma Batu ku li kontarên çiya fasulî çandine, her sal di vê demê de çandiniyê dike. Fehîma ya ji biçûkatiya xwe de bi axê re mijûl dibe wiha got: “Em her sal çandiniya xwe dikin. Em di vê demê de fasuleyan diçînin.  Em lêdinêrin, av didin û piştre kom dikin. Ez û keça xwe sibehê tên êvarê diçin malê. Em ewil paqijiya erd dikin. Piştre em bi rêz fasuleyan davêjin. Piştre em av didin. Li vir rez û baxçeyên her kesî hene.”
 
‘Em dest ji axê bernadin’
 
Fehîma bi lêv kir ku her sal van deran dişewitînin û wiha pê de çû: “Lê dema bihar tê ji nûve teze dibe. Çawa ev dar dest ji van çiyan bernadin em jî dest ji axa xwe bernadin.  Axa Bagokê her tim dewlemende. Em ji derve kêm tiştan dikirin. Zebeş, sebze, tirî û hinar hene.”
 
Fehîmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ligel fasuleyan firingî û bacanan jî diçînin û got ew bi mijûlbûna axê  gelek hez dike.