Li dijî AVM’yan Sûka Saglik Ocagi

  • 09:02 25 Adar 2018
  • Jiyan
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li  Baglara Amedê Cadeya Sakaryayê ya ji aliyê gel ve wek Sûka Saglik Ocagi tê zanîn, cihên kesên xizane. Welatiyên li vir dan û standinê dikin wiha dibêjin: “Ji roja AVM vebûne samiyet û bawerî nemaye. Lê dema em tên vir em xwe rehet hîs dikin û zehmetiyan nakşînin.”
 
Li Baglar a Amedê Cadeya Sakaryayê ya wek Sûka Saglik Ocagi tê zanîn ev 30 sale xizmetê dide gel.  Ji cil û bergan bigirin heta firotina nebatan, xwarinan û gelek hilberînên din, bi gelek tiştên xwe balê dikişîne. Gel jî ji ber buha li gorî butçeya wane kêfxweşin.  Welatiyên bi salane li vir dan û standinê dikin, sûkê li gorî AVM’yan samîmîtir û bi derfetir dibîne.
 
Dema em nû dikevin sûkê em şahidiya diyalogên samîmî yên muşterî û esnafand ikin. Dema em cihê sûkê dipirsin, bersiva ‘Ev der bi salane heye. Belkî dîroka wê qasî Sûka Balikçilar ne kevne lê ev der herî kêm 30 sale heye. Em dikarin bêjin ku bi salane Amedî dan û stana xwe  li vir dikin.  Ji cil û bergan bigirin heta xwarinê her tişt tê firotin.  Li gorî cihên din ev der erzane. Ji ber samimiyet heye her kes rehet tiştên xwe dikire.”
 
‘AVM vebûn samimiyet û bawerî ji holê rabû’
 
Yek ji jinên li sûkê digere diyar kir ku ew bi salane li vir dan û stana xwe dikin û wiha pê de çû: “Çawa AVM vebûn samîmiyet û bawerî jî qedya. Lê dema em tên vir em xwe biyanî hîs nakin, em zehmetiyan nakşînin. Ez herî zêde ji samimiyet û rûkeniya vê sûkê hez dikim. Ez her tim têm vir. Ez bang li her kesî dikim bila her tiştên xwe ji vir bigirin. Bi vî awayî wê esnafên me qezenc bikin.”
 
‘Cihê bîhndan û lavaboyê tune’
 
Jinên esnaf û muşterî dibêjin yekane kêmasiya sûkê lavaboye û wiha dibêjin: “Em ji navçeyên dûr tên. Gelek caran em bi zarokên xwe re tên. Divê  cihên bîhndanê jî hebûna. Em zarokan dimijînin, binê wan vedikin. Ya girîng jî tunebûna lavaboyê me dide zorê.”
 
Esnafan daxuyakirin ku  ji bo sûkê tu xizmet nayê kirin û gotin bi derfetên xwe sûkê çêdikin.