Botan bi rengên Newrozê xemilî

  • 09:05 14 Adar 2018
  • Jiyan
ŞIRNEX - Gelê Botanê bi helîna berfa quntarên Cudî re çûn qadên ava çavkaniyan a ava bûye û bi hatina Newrozê re jî ligel stranên Kurdî govendê digirin. 
 
Li Çiyayê Botanê di bin esmanên şîn û biriqandî de kulîlkên rengîn vekir û şînahî bûye wek xaliyê û gel berê xwe da quntarên çiyayan. Li Botana ku bi rengên Newrozê xemilî, gel berê xwe dan çiyan û kêfa biharê dijîn. 
 
Bi nûbûna xwezayê re welatiyan berê xwe dan girên li kontarên çiyayên Cudî û li van deran seyranê dikin. Zarok kulîlkan berhev dikin, ciwan lîstikan dilîzin û jin jî pincara li çiyan şîn bûye kom dikin û gelek çalakiyên din jî dikin. Bi helîna berfa çiyan re golên biçûk çêbûne û zarokên xwîdanê didin jî berê xwe didin van golên biçûk. Gel xwarinên xwe çêdikin û dixwin û piştre jî ligel stranên Kurdî govendê digerînin. Gel hatina Newrozê ji niha de pîroz dikin.