Koçerên Mêrdînê ji bo Feraşînê xwe amade dikin

  • 09:11 26 Sibat 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Koçerên Mêrdînê tevî astengiyên OHAL’ê amadekariyên zozanan didomînin. Koçer wê hefteya pêş têkevin rêya Zozanê Feraşînê.
 
Zozanên Feraşînê yê li sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê ye, koçerên Mêrdînê havînan li wir û mehên zivistanê jî li Çiyayên Bagokê derbas dikin û niha ji bo biçin zozanan amadekariyan dikin. Koçerên qedexeyên zozanan yên bi hinceta OHAL’ê hatine astengkirin nas nakin, di hefteyên pêş de   wê bikevin rêya zozanan.  Koçerên ji Bagokê derdikevin ji rêya Cizîrê diçin Bestayê û ji wir jî diçin Zozanên Feraşînê diyar kirin ku ew qedexeyan nas nakin.
 
‘Em dernekevin zozanan wê sewal bimrin’
 
Aysel Baykal diyar kir ku sala borî leşkeran hewl dane nehêlin ew biçin zozanan û got: “Me li ber xwe da û em hemû koçerên herêma Mêrdînê hatin cem hev û em ketin rêya zozanan. Leşkeran nikaribû pêşî li me bigirin. Emê îsal jî wisa bikin. Em dernekevin zozanan wê sewal bimrin.”
 
Ayselê amadekariyên xwe jî wiha vegot: “Em sewal û alavên xwe amade dikin.Em ji bo rêwitiyê jî tiştên xwe amade dikin û derkevin rê. Ji ber heta em bigihêjin zozanan hefte derbas dibin. Ji ber îsal zivistan hişk derbas nebû emê zû derkevin.Divê sewal baş biçêrin. Piştî kar û berxên me hinek mezin bibin emê vegerin.”
 
Ayselê di dawiya axaftina xwe de koçerî zehmet be jî gelek xweş e û da zanîn ku jin û xwest tu car ji hev nabin.