‘Ez bi xwedîkertina nasnameya xwe hesab dipirsim’

  • 09:10 22 Sibat 2018
  • Jiyan
Berîtan Canozer 
 
AMED - Nezîre Baran a hevjînê wê di sala 1990’î de hat wendakirin diyar kir ku li dijî zextên civak û dewletê bi tena serê xwe li ser piyan maye û got wê bi xwedîderketina li nasnameya xwe tola xwe ji kujeran girtiye. Piştgiriya herî mezin jî keça wê dayê. 
 
Omer Onen ê li gundê Aktepe ya Çinar a Amedê, di 1994’an de dema sewalên xwe diçêrand carek din agahî jê nehat girtin.Hemû serlêdanên malbatê bê encam man û hevjîna wî Nezîre Baran ev 24 sal in têkoşîna xwe didomîne. Nezîreyê got tu tişt ji bo wan bi awayekî hêsan bi rêve neçûye û tu car dest ji têkoşînê bernade. Nezîre ya kurê xwe ji ber nexweşiyê wenda dike şûnde berê xwe dide Amedê. Nezîre ya bi keça xwe koç dike, têkoşîna wê ya jiyanê ya zehmet dest pê dike. Nezîre ewil li dijî pêşdaraziyên civakê disekine û li aliyê din jî diçe saziyên dewletê û aqûbeta hevjînê xwe dipirse. Nezîreyê bi salan bersivê nagire. 
 
‘Min li dijî zextên civakê serî netewand’ 
 
Nezîre wiha vedibêje: “Min wek jinekê gelek gotin xwarin lê min serî netewand. Min berxwe da. Ez wek jinekê li ser piyê xwe sekinîm. Ez ji jiyana gund dur ketim û ev ji bo min giran bû. Min jiyana xwe honand. Min ji kesî piştevanî nepa.” 
 
‘Keça min têkoşîn dewr girt’ 
 
Nezîreyê bi lêv kir ku hevjînê wê ji aliyê JÎTEM û Hîzbullah ve hatiye qetilkirin û got tevî rayedar vê dizanin bêdeng dimînin. Nezîreyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min hêz da min. Bi hêza wê ez li jiyanê mam. Dema bavê wê hat qetilkirin, biçûk bû. Ew jî niha aqûbeta bavê xwe dipirse. Tevî di ser de sal derbas bûn hîna serlêdanan dike.”
 
‘Em bibin yek em ê qezenc bikin’
 
 Nezîreyê di dawiya axaftinaxa we de daxuyakirin ku ji ber OHAL’ê çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşuyolu hatiye qedexekirin û got ew vê zilmê qebûl bikin neviyên wan qebûl nakin û got ew bibin yek wê qezenc bikin.